Polîtîk

Nasrallah: Şer dixwazin şer, aşîtiyê dixwazin aşîtî

 

Rêberê Hizbullahê Hasan Nasrallah, bi rêya vidyo-konferansê beşdarî konferanseke li Libnanê dihat lidarxistin bû. Nasrallah banga muxalifên Suriyê yên ku 22ê gulanê 11 Şiîyê Libnanî revandibûn kir û got, “we got, ji ti mezheb û mensûbên wan re pirsgirêka me tine, ji bo hûn vê îspat bikin lazime ew rehîneyên di destê we de hûn radesta malbata wan bikin. Ger bi min re pirsgirêkeke we heye, pirr rê hene, ku hûn bi şer dixwazin çaresel bikin şer, bi aşîtiyê dixwazin aşîtiyê, bi hezkirinê dixwazin çareser bikin bi hezkirinê, ku hûn çawa dixwazin em ê wisa çareser bikin.”

Komeke muxalîf li Helebê, ku bi xwe re dibêjin “Şoreşgerên Suriyê”, îdia kiribûn ku Heciyên Libnanî wê di destê wan de ne û ger Nasrallah lêborînê ji wan bixwaze ew ê wana berdin.   

 

Back to top button