Tirkiyeyê bi FIFA yê îtîraf bi Kurdistanê kir
Tirkiyeyê bi FIFA yê îtîraf bi Kurdistanê kir
Rojnamevan Sabahatin Onkibar di nivîseke xwe de ku, di malpera Gercek Gundem ê de weşandiye, behsa helwesta hikûmeta Tirkiyeyê li hember herêma Kurdistanê dike û dibêje ku Tirkiyeyê bi rêya FIFA yê îtîraf bi Kurdistanê, weke dewleteke serbixwe, kir:
– Kurdistan weke dewlet li ba Neteweyên Yekgirtî nehatiye tomar kirin, lê FIFA yê weke dewlet teamil digel bakurê Îraqê kir. Mediya tirkî jî wê yekê vedişêre ku FIFA bakurê Îraqê weke Kurdistan nas dike û êdî bakurê Îraqê dikare li ser nave Kurdistanê beşdariyê di şampiyonên navdewletî yên Futbolê de bike.
Rojnamevan behsa xemsariya hikûmeta Tirkiyeyê li hember Kîpros a tirkî dike û dinivîse:
– Ev bi dehan salaye FIFA yê ew statu nedaye Kîpros a tirkî û heta klubên tirkî jî nekarî digel Kîpros a tirkî bilîz in, lê rê ji bakurê Îraqê re hat dan. Tirkiyeyê jî îtîraf bi wê yekê kir ku bi nave Kurdistanê taxima futbolê beşdariyê di şampiyonên FIFA yê de bike.
Rojnamevan Sabahatin Onkibar di berdewamiya nivîsa xwe de dinivîse ku, eger Tirkiyeyê bixwastibaye, taxima futbolê a Kurdistanê jî, weke a Kîpros a tirkê nedikarî beşdariyê di şampiyonên FIFA yê de bike, “lê wisa diyare hikûmeta Erdogan ew yek nekir û rê ji Kurdistanê re de beşdariyê bike.”