Serok Barzanî behsa hestên xwe dike
Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê li ser malpera xwe ya Facebookê behsa hestên xwe yên di dema hilgirtina tabûta şehîdekî enfalan de dike û dibêje:
“Dixwazim behsa hestên xwe yên di dema min cenazeya şehîdekî enfalan hilgirtî de, bikim.
Min nedizanî ka navê wî şehîdî çi ye, zilam yan jin e, zarok yan pîr e, lê belê min dizanî ku şehîdekî mezlûm e, bêtawan e, tenê tawana wî/wê ew bû ku kurd bû.
Li wê demê min hest pê dikir ku ew şehîd nêzîktirîn kesê min e, heger zilam be birayê min e, heger jin be xuşka min e, heger genc be jî yan kur yan jî keça min e.
Ez bawer dikim ku, ruh û giyanê wî/wê kesê şehîd û giyanê hemî şehîdên Kurdistan şad e, îro em dibînin Kurdistan bi xwîna wan azad bûye.
Mixabin, îro jî li Bexdayê hinek kes hene ku, xwediyên heman bîr û baweriya enfalçiyan in û heger ji wan bihêt dê heman siyaseta tawankariyê berdewam bikin. Piştî van hemû qurbaniyan divê Kurdistan hertim azad bimîne. Ji bo min mezintirîn şeref bû ku bibînim dayîk û bavên şehîdan tên li cem min digirîn û dibêjin ”oxx niha em wisa hest pê dikin ku şehîdên me zindî bûne”.
Gelo li vê dinyayê madalyayek heye ku ji vê madalyayê bilindtir û pîroztir be?”