Sibê şampiyona VIVAyê li Hewlêrê dest pê dike

Serokê komîteya ragihandina pêncemîn şampyona herêman VIVA bi fermî dema  yariyên şampiyonê aşkera kir.

Serokê komîteya ragihandina pêncemîn şampyona herêman VIVAyê,  Celal Perîşan ji AKnewsê re got:  “Roja 4ê hezîranê saet 19:00 li ser yarîgeha Franswa Herîrî li Hewlêrê ahenga vekirina Şampyona VIVAyê digel çend babetên hunerî dest pê dike.” 

Hewesa serokê komîteya ragihandina pêncemîn Şampyona Herêman VIVA diyar kir ku bi fermî lîsteya yariyên qonaxa yekem ya vê şampiyonê aşkera bûye û rojane dê sê yarî bên kirin.

Perîşan aşkera kir ku lîsteya yariyan dê di navbera hilbijardeyan de wiha be: Kurdistan – Biyabiyana Rojava, Zinzîbar – Rayîtiya, Qubrisa Turkiye – Darfûr,  Biyabiyana Rojava – Okistaniya, Rayîtiya – Tamî Îlam, Darfûr – Provnis, Kurdistan – Okistaniya, Tamî Îlam – Zinzîbar, Provnis – Qubrisa Tûrkiye.

Biryare sibê, roja duşemiyê 4ê hezîranê bi çavdêriya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî saet 19:00 li ser yarîgeha Franswa Herîrî li Hewlêrê ahenga vekirina Şampyona VIVA di gel çend babetên hunerî dest pê dike. Kanala Iraqiye Sport dê bi şêweyekî zindî hemû yariyên Şampyona VIVA ya Pêncem biweşîne

Hêjayî gotinê ye, ku ev yekem car e, pêncemîn Şampyona Herêman VIVA li Herêma Kurdistanê lidar dikeve.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: