Li Wanê zewaca bin çadirê
Li Wanê piştî erdheja 23ê cotmeh û 9ê mijdarê yekemîn şahiya veguhestina bûkê hate kirin. Sefa û Zehra di bin çadirê de bi hev re zewicîn.
Li gor Ajansa Anadolu (AA) a Tirkiyê, mexdûrên erdheja Wanê Sefa û Zehra Yildiz di bin çadirê de bi hev re zeciwîn.
Li navçeya Wan û Erdîşê di bernameya Sefa û Zehra de hebû ku 29ê cotmehê şahiya xwe bikin û ligel hev bizewicin. Lê ji ber erdhejê, şahiya xwe paş ve avêtibûn û îro di saetên sibehê de bi hev re zewicîn.
Sefa û Zehra di baxçeyê li pêşiya xaniyê xwe de Şahiya xwe kirin û piştre derbasî çadira ku tê de jiyan dikin bûn.
Zehra derbarê şahiya xwe de got: “Ez gelek bi erdhejê aciz bûm. Min qet xeyal nedikir ku bi vî awayî şahiya zewaca me çêbibe, min dixwest hîn baştir ban. Lê ji bo vê yekê jî şukir. Ez kefyxweş im. Em bi dilê xwe bi hev re zewicîn.”
Rûdaw/Rojevakurd