Hevahengiya leşkerî navbera Îran û Îraqê

Fermandeyê leşkerî yên Îran û Îraqê li ser hevkarî û hevahengiya di navbera her du welatn de, bi taybetî di ware leşkerî de li hev kirin.
Li gor mediya Îranê Babekir Zêbarî sopasalarê Îraqê di serdana xwe ya bo Îranê de digel Mihemed Elî caferî hevdîtin pêkanîne û li ser çend pirsên di ware emnî û leşkerî de li hev kirine.
Piştî civînê Caferî di daxuyaniyekê de got ku her du welatên Îran û Îraqê di ware pirsên emnî, manorîyên hevbeş, leşkerî û fêdewergirtin ji tecrûbeya hev du li hevkirin.
Herwesa general Babekir Zêbarî got:
– Îraqê digel Îranê tixûbekê gelek dirêj heye. Bi rêya hevahengiya navbera her du welatn dê gelek pirsgirêk çareser bibin. Di çareserkirina pirsgirêkan de em dikarin fêdey ji tecrûbeya Îranê werbigirin.
–
Sopasalarê Îraqê Babekir Zêbarî roja 13ê vê bi serdanekê çû bû Îranê û di serdana xwe de digel mezine berpirsên leşlerî yên îranî re civiya.