Kultur

Le Monde diplomatique kurdî bû du salî

Hejmara çirîya paşîn ya Le Monde diplomatique kurdî derket!

Hejmara Le Monde diplomatique kurdî ya çirîya paşîn derket û di firoşgehên çapameniyê de cîhê xwe girt. Bi hejmara 24ê Le Monde Diplomatique kurdî du salên xwe temam kir. Le Monde Diplomatique kurdî hewl dide ku bi naverokeke dewlemend mijarên li ser siyaset û çanda Kurdistan û cîhanê derxîne pêşberî xwendevanên xwe. Ev hewla me wê ji bo xwendevan me bê navber bidome.

Di vê hejmarê de redaksîyona kurdî cîh daye du gotarên rojnamevan Zekine Türkeri û rojnamevan Birgit Cerhe. Türkeri di nivasara xwe ya bi serenavê ‘Baskîyek û Kurdek’ de, pêvajoya çareserîya pirgirêka bask şirove dike, hevbeşî û cudabûnên pirsgirêka bask û pirsgirêka kurd dide ber hev. Rojnamevan Birgit Cerha jî di nivîsara xwe ya bi serenavê ‘Rehîneyên şerê dijberiyeke xwindar’ de hewl dide ku di tevlîheviya arîşeyên Rojhilatê Navîn de bal bikşîne ser xetereyên tevger û partiyan û siyaseta dewleta tir û AKP, BDP, PKK ûwd.

“Arşîva Bîra Kurdan“ ya vê mehê, bi nivîsa serokê Enstituya kurdî ya Parîsê Kendal Nezan ya bi sernavê “Kurdên ji dewletê bêparhiştî nabe ku dersen dîrokê ji bîr bikin” didome. Kendal Nezan di vê nivîsa xwe ya ku demeke girîng ji dîroka Kurdîstanê di salên 90î de şîrove dike, rewşa tevgera kurd, zehmetiyên heyî, dîplomasiya li ser kurdan tên meşandin, radixîne ber çavan.

Di rûpela ‘Çand û Hûner’ de Salihê kevirbirî temendirêjtirîn rojnameya kurdî ya kurdan ‘Riya Teze’ li gel wêneyên rêvebir û nivîskarên rojnameyê dide nasandin û axîna ji wî aliyê arasê digihîjîne xwendevanên LMD-Kurdi.. Vê mehê rûpelên rojnameyê bi wêneyên wênesaza kurd Serpil Odabaşi hatine xemilandin. Di rûpela dawî de Jan Bada bi nivîsa xwe ya “Helbestvanên dil, xew û xemrewk’ de bi kurtasî ji destpêka helbestvaniya zimanê kurdî heta qonaxa îro asta helbestvaniya zimanê kurdî dinirxîne.

LMD-kurdî di vê hejmarê de jî bi nivîsên balkêş û naveroktijî xwendevanên xwe li gelek deverên dinyayê digerîne. Di hejmara vê mehê de hin nivîsên bijarte ev in:

    Serge Halimi, Çepitî li ku ye..
    Wendy Kristianasen, Hikumeta Tirk û gefên li ser kurdan.
    Any Bouier, Çîn ji ber komira xwe nexweş e.
    Philip S. Golub, Împarator çawa têk diçin
    Nicolas Jaoul û Naiké Desquesnes, Hindistan: Rewşenbîr, îdîaya masoîst û zordestî.
    Laurent Bonelli, Çîroka etîketeke siyasî.
    Francesca Lancini , Rûyê mîlîtanîzma îtalî.
    Mona Chollet , Twitter heta gêjbûnê….

Le monde diplomatique kurdî bixwînin, bidin xwendin û bibin abone!

 

Back to top button