Kultur

Romana Newaf Mîro "Bend" derket

 

Romana Newa Mîro a bi navê “Bend” ji nav weşanên HAN derket. Ev berhem duyemîn romana nivîskarî ye. Rromana “Bend” ceribandineke balkêş e di derbarê nirxandineke îronî û helsengirtineke di navbeyna kesayetên cûrbe cûr yên netewên cûda (Kurd, Alman û Tirk) û rexeneyeke civakî û edebî ya li ser polîtîkaya asîlîmasyona ser zimanê Kurd de.
Newa Mîro bi Kurdiyeke dewlemend û herikbar serî li ser mijareke girîng hêşandiye. Roman ji aliyê bûyerên trajî-komîk û ceribandinên derûnî yên mirovên ji aliyên ziman û kesayetiya ziman de şikestî gelek tijî û zengîn e. Bi derbekê ve tê xwendin û bi salan mirov dixe nav hizran…
Roman ji 251 rûpel pêk tê.

Kerem bikin beşeke ji romanê:
BEN /Newaf Mîro
Weshanên HAN

Temenê Memo ne diyar bû, tu kesî nizanîbû ka Memo çend salî ye. Lê beriya bavê wî here Elmanya li șênîgeha navçeyê qeyda wî çêkiribû û rojek ji rojan jî, ji serê xwe mîna rojbûna wî nivisandibû. Ew dem zarok pir bi pitikî dimirin. Ji ber vê yekê xelkê, zarokên xwe dereng qeyd dikirin. Heta destpêka salên 1960 û 1970yan jî hejma-reke mezin ji gelê kurd bê nasname û kaxez dijiyan. Memo jî yek ji wan kurdê bênasname û nifûs dijiya bû.
Dema temenê Memo hatibû, ku here dibistanê. Bapîrê Memo jê re tûrikekî wek çente kiribû û hinek lênivis û pênûs jî xistin tûrikê wî. Jê re berdilkek û șalek kirîn û berstûkek spî jî danîn ser. Serê sibê çenteyê wî li milê wî kirin û wî xistin rêya dibistanê.

Memo wek hemû zarokên din hinek bi tirs, hinek jî bi kêf û merak kete ser rêya dibistanê. Dema ku Memo gîhişt nêzîkî dibistanê û li ber deriyê hewșa dibistanê sekinî û li der dora xwe û zarokên li hewșa dibistanê temașe dikir. Pê re jî xwe hêdî hêdî û nerm ber bi dibistanê ve dimeşiya û ew rewt, yan jî stûna di nîvê hewşa dibistanê de, ku her dem bala wî dikişiya ser, bi taybetî di betlana û havînê de, û ew ala sor û heyv û stêrk di nîvî de, ew ala ku ji tîrêjê rojê û bi bayê havînê re qetiyabû û tîj tîjî bûbû, lê peykerekî reș yê li hewșa dibistanê, yê ku her cara ku Memo nêzîkî dibistanê dibû ji tirsa vî mînak mirovê ser reş û rûreş, dûrî dibistanê dimeşiya û ew wek xwediyê dibistanê didît, ew peykerê ku çivîkan bi ser de zelq kiribûn û her weha toz û gemarê lê danîbû, vî peykerê reș yê ku wek reşikê şevê û giyanbir di asoyên Memo diafiran û tirs û saweke sar bi ser wî ve digurand. Û Memo bi gurziyên laş û tevizandina kakil re, bi balkêşî û guman li derdorê xwe temaşe dikir. Ji nişka ve fîrîn û fîqîna pipîka mamoste li hewşa dibistanê belav bû û hemû zarok bi lez û bezîn ber bi Mamoste ve xindirîn. Her weha ger bêdil be jî, Memê jî dabû pey wan.

Mamoste diaxifî, lê Memo qet tiștekî jê fêm nedikir. Zarokan berê xwe dabûn hundurê avahiya dibistanê û Memo jî bi wan ra diçû zikê dibistanê. Di zikê dibistanê de, ango di nava wanexanê de pênc rêz mase û kursî rêzkiribûn. Mamoste hemû zarokan li gor beș û pola belav kiribûn. Ji ber ku zarok navên xwe yê nû, ango navê bi tirkî nizanîbûn, li şûna nav û paşnav, zarok bi hejmar û reqem dihatine bi nav kirin. Hejmara zarokê pola pêncemîn, çaremîn, sêyemîn û duyemîn hate xwendin. Û dor dihate zarokên nûhatî,ango beșa yekemîn, gava navên wan dihate xwendin wan navê xwe nas nedikirin, ji ber ku navên wan hemûyan hatibû guhertin û navên tirkî li wan kiribûn. Eger navê yekî Evdo bûya navê wî bûbû Abdullah, ger Îbo bû, bûbû Îbrahim, yê navê wî Silo bû, navê wî bûbû Suleyman. Yê navê wî Xişo bû,bûbû Hişman, yanjî Bêco, bûbû Beycan, Bûbê, dibû Bûbû, yan jî naveki din, yên xwe nas bikira kêm bûn. Bi ser vê yekê ve, vêca, dor hatibû pașnavan, û ser de paşnav dihatin xwendin, zarokên ku hê navê xwe nas nekiribûn, pêwîst bû paşnavê xwe jî bizanibûna. Navê Memo jî kiribûn Mehmet û paşnavê wî jî Horoz. Gava navê wî hate xwendin û digotin: Mehmet Horoz!.

Di heman kêliyê de çav û hişê Memo bi dîmenê M.Kemal yê çavşîn û girs re mijûlbûn, li ciyê xwe ku rûniştibû û li dîmenê M.Kemal temaşe dikir. Memo ji çavên yê şîn û awirên wî yên li ser wî di tirsiya, gava ku hevalên wî gazî wî kirin, Memo weka ku ji xewê șiyar bibe ji cihê xwe veciniqî û helçeniya. Mamoste got: ev çawa dîk e! (Horoz) û dikeniya. Zarokên din yê ku bi tirkî têdigihiştin jî, li gel mamoste dikeniyan. Haya Memo ji wan tunebû, ji ber ku wî qet bi zimanê tirkî nizanîbû û ji wan fam nedikir. Her weha nizanîbû ku ew li ser wî dipeyvin. Di nava dibistanê de ji bilî zimanê tirkî axaftin qedexe bû.
Ji ber ku navê zarokan li gor navê îslamî û tirkî hatibûn guherandin, hinek navê eceb û sosret derketibûn holê. Paşnavê hinek zarokan bûbû qaz, werdek, dîk, masî, hinek jî çêlek, tirşik, qijik yan jî zerzûr. Karmendê dewleta tirk li gor dilê xwe navê kurdan guherandibûn û bi vê yekê re navek li navê zarokan zêde bûbû. Dema ku kurd hêdî hêdî fêrî tirkî dibûn, nûka bi hêsanî dihate ditîn ku ew pașnav hemû jî wek pêkenokan in. Mamoste bixwe wextê navê wan digot tinaziyên xwe bi wan dikir.

Mamoste li zarokên ku nû hatibûn hejmarê nû belav dikir. Hejmara Memo jî bûbû pêncî û dûdo. Mamoste darek, ango çoyê lêxistinê kiribû destê xwe û di nava zarokan û polxanê de diçû û dihat. Dema ku hatibû ba Memo sekinî, darê xwe di serê wî dida û diaxîfî. Memo ji tirs û fediyê nizanibû ka wê xwe bike kuderê. Dema axaftinê derbas bûbû, mamoste vêca li dest por û serê zarokan dinihêrt. Ji tengezariyê dev û diranê Memo zûwa bûbûn û di ciye xwe de hişk sekinîbû.

Piştî ew axaftina xerîb ya ku Memo gotinek jî jê fam nekiribû, zarokan derxistin hewșa dibistanê û wan li ber deriyê polxanê li ber sing û stûnê alaya tirk kirin rêz. Zarokên mezin yê ku bi bejna xwe dirêj bûn li pêşiyê û yên bejn kin û yên piçûk li pașhev rêz kirin. Mamoste Mamo yê ku navê wî bûbû Mahmut derxist pêș ku șanî zarokên din  bide, ka mirov wê çewa bi rê de here û çawa gavên xwe weke leșkeran biavêje û çewa bikeve rewşa “hazir ol”ango amadebin, dest û lingên xwe bide ber hev, serê xwe bilind bike û bêlebat û sar, û wûsa bisekine. Gava ku mamoste bêje “Rahat ol ” arambin, divê hemû zarok destê xwe bidin pișt xwe û lingê xwe ji hev vekin û wûsa bisekinin.

Pêwîst bû Mamo bi navê nû Mahmut çi bikira zarokên din jî weke wî bikirana. Eger Mahmut bigota hazir ol, divê hemû zarok biketina hazirolê û wek senema li ciyê xwe bisekiniyana. Mamoste bi darê di destê xwe de, di bin çavan re li zarokan temașe dikir û gav û sekinên wan dibin çavan re dîsa derbas dikir, ger ku yekî ji wan gaveke çewt bavêta, xwedê ji wî zarokî distend, mamoste bi wî darî dihate zarokan û li destê wan dixist. Wexta ku li zarokekî bixista, zarokên din newêribûn lê biziviriyana jî, ji ber ku kî lê biziviriya li wan jî dixist. Ji ber wê yekê dema ku mamoste bi darê xwe nezikî kîjan zarok dibû, ew zarok mîna ku ezraîl hatibe ba wî, ditirsiya.

Hemû zarok di rewşa amadê debûn, mamoste zarokek șand ku ala tirk ya ku bi histûnê dirêj ve giradayî bû veke û berde erdê. Zarok zûka pêlava xwe derxist û bi stûnê ve hilperikî û benê alê vekir û berda erdê. Zarok benê aleya tirk di dest da li ber histûnê drêj sekinî. Kêliya mamoste got; yek, do, sê, wî alê hêdî hêdî ber bi erdê ve dikişand, û hemû zarok bi hev re sirûda tirk,ya bi navê îstiklal marșî bi hev re digotin. Mamoste bi darê di destê xwe de, weka șefê orkestrayê radikir û datanî, zaroka tu wate nedidan vê liv û hereketên wî û ev livak bi wan komîk dihat. Memo bê hemdê xwe pê keniya lê belê ev kenê Memo ji ber çavên mamoste nereviyabû. Mamoste hat ba Memo û dar li nîvê serê wî ve danî. Piștî ku al hat danîn û li hev pêçandin, dor hat ser lêdana zarokê din, yê ku di dema xwendina îstiklal marși de xwe lebitandibûn. Mamoste got, divê tu kes di dema xwendina îstiklal marși de xwe nelivîne û xwe tev nede û di rewşa amadebûnê de be heta dawiya xwendina îstiklal marși.

Piștî ku al hate danîn û lihevpêçandin ji bo Memo jî roja yekem ya dibistanê bi dawî bûbû. Gava ku Memo berê xwe da rêça malê, weke ku ev ji mirinê filitîbe bikêf û şabû. Lê belê vê kêfa Memo pir ne domand, çend ku hevalên wî jê re gotin, Mamoste gotiye divê Memo porê xwe jêke, serê xwe biqûsîne. Ew qet li xeşiya Memo neçû û kêfa wî dîsa têk çûbû. Dema ku Memo hat malê bî dayika xwe re xeber neda, ew ji dayika xwe xeyidîbû, ji ber ku wî șandibûn dibistanê, lewra wî wê rojê qet nexwar û ne jî vexwar.

Berê êvarê Memo û dayika wî Sêvê çûn ba cîranê wan yê bi navê Nemir ku Memo jê re digot Mam Nemir ji bona ku porê Memo biqusîne. Lê wê êvarê mam Nemir ne li mal bû û porê Memo nehat qusandin. Roja din serê sibê Memo dereng hatibû dibistanê, dema ku Memo hat hemû zarok di dersxaneyê de rûniştibûn jî. Dema Memo ket hundir mamoste lê nêrî û bi tirkî axifî, Memo jê fam nedikir, lê texmîn dikir ku çi dibêje, ango ev cara yekem e tu dereng mayî, lê ger ev dubare bibe hingê ez zanim ez bi te çi dikim.
 
Nasnameya Romanê:
Bend * Newaf Mîro
© Newaf Mîro & Han-Grafik
Ji Weşanên Han Çapa 1.
Berlîn/11.11.-2011
Weşanên Han – 88
Roman – 31
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Berg Design: Gazîn Onur Han
Çap û Girêdan:
HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur
Cranachstr. 62 12157 Berlîn
Tel.: 00 49 (0) 30 47987052
Fax: 00 49 (0) 30 47987054
www.evra-kitap.com
[email protected]
ISBN: 978-3-942735-32-2
 

Back to top button