Li Wanê Konferansa ‘’Safewî, Osmanî û Kurd’’

Di roja 29.06.2014 an de li Wanê, di Hola Konferansê ya Odeya Pîşesazî û Tîcaretê ya Wanê(Van TSO) de bi organîzasyona Hewldana Partiyeke Kurdistanî(HPK) konferansek hate li darxistin.Nivîskar û lêkolîner Mûrad Alî Ciwan bi mijara  ‘’Safewî,Osmanî û Kurd’’  ev Konferansa pêşkêşkir.

Her çend, di rojeke germ ya havînê û di rojiya Remezanê de hatibû li darxistin jî , nêzî  200 kesî beşdarî Konferansê bûn. Serokê Belediya Gewaşê Sinan Hakan,Cigirê Serokê giştî yê HAKPARê Abdulmenaf Kiran, Serokê HAKPARê yê şaxê WANê Tayyip Kizilyildiz,Serokê Mazlum-Derê Yakub Aslan,Serokê Komeleya 78 îyan ya Piştgirî û Lêkolînê Şemsettin Toska,Serokê DDKD ê yê şaxa Wanê Husamettin Acar,Serokê VAKAD ê Zozan Özgökçe,Nûnerên Kovara Nûbiharê û gelek şexsiyetên Kurd û yên dawetkirîbûn beşdarî Konferansê bûn.

Konferans bi axaftina endamê Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî(HPK) Mustafa Özçelik dest pêkir.Özçelik, ji ber beşdariya Konfereransê li ser navê HPK ê spasiya beşdaran kir. Paşê jî, bi kurtayî behsa  armanc û xebatên HPK ê kir. Özçelik, got ‘’Îro ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi parastina mafê çarenûsiya miletê Kurd he ye; îro pêwistiya miletê Kurd, bi pirrengiyê, pirdengiyê û azadiyê he ye.Îro  hemû kes û potansiyela ku baweriya wan bi mafê dewletbûna Kurdan he ye, yên  partiyeke azadîxwaz, demokrat û Kurdistanî diparêzin , dive bêne cem hevûdin û partiyeke xurt avabikin’’. Özçelik, di berdewamiya axaftina xwe de weha got ’’Îro li Başûrê Kurdistanê  miletê me di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibe.Êdî sîstema federalîyê jî têra miletê me nake. Di demeke ku birayên me yên Başûr  bi ber dewleteke konfederal an serbixwe ve dimeşin de, mixabin hin aliyên Kurd yên siyasî, dibêjin ‘netew dewleta Kurdan xelet e.Dive Kurd dewleteke neteweyî neparêzin’’

 

Özçelik behsa wan  sloganên di Kongereya HDPê de hatibû zimanî kir û weha berdewam kir ‘’Îro hin dor û ber, dibêjin  ‘Cimhûriyeteke Demokratîk, Welatekî Hevpar, Neteweyeke Demokratîk’. Divê em jî bibêjin, Cimhûriyeta Demokratîk; Cimhûriyeta Demokratîk ya Kurdistanê ye.Welatê Hevpar;her çar perçeyên Kurdistanê ne.Neteweyeke Demokratîk; demokrasiya ku li Kurdistanê bi azadî û hemahengiya miletê Kurd û  hemû kêm neteweyan û  ol û mezheban ve hatiye hûnandin e.’’

Piştî axaftina Mustafa Özçelik, M.A.Ciwan dest bi Konferansa xwe ya ku mijara wê ‘’Safewî, Osmanî û Kurd’’ bû kir. M.A.Ciwan bi awayekî berfireh behsa lêkolîna xwe kir û got ‘’Hinek kes dibêjin Îdrîs-î Bîdlîs-î xayin e, çahşê Osmaniyan e. Eve neheqî û xeletiyeke dîrokî ye. Bi xêra wan hewldanên Îdrîs-î  Bîdlîs-î Kurdan yekitiya xwe pêk anîne û gelek deskeftinên mezin bi dest anîne.’’ M.A.Ciwan herweha behsa peywendiyên Elewî û Sûneyan jî kir û got ‘’Di vê derbarê de jî gelek tehrîfatên mezin he ne.Bi zanayî hinekan xwestine ku, dijminatiya di navbera Elewî û Sûneyan kûrtir bikin.Ji ber wê jî gelek rastiyên heyî tehrîf kirine, beravajî kirine.Divê di vê derbarê de lêkolînên objektîf yên ku bikaribin rastiyan derxîne xolê bêne çêkirin’’

Di beşa dawiyê ya Konferansê de,başdaran pirs û nêrînên xwe yên di derbarê vê mijarê de anîn zimanî. Nivîskar Şakir Epözdemîr jî, behsa xebatên xwe kir û got ‘’Bi salan e ku ez di vê derbarê de xebatan  dimeşînim.Heta nuha kêm kes hebûn van tiştan bianîna zimanî. Lê nuha vaye yên wek M.A.Ciwan bi awayekî akademîk vê xebatê dimeşînin.Eve jî cîhê şanazîyê ye.’’

Konferans bi awayekî erênî bi dawî hat.30.06.2014

Komîteya Ragehandinê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî

 

Nerîna min :