Polîtîk

Seminera bîranîna Şêx Seîd

Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Amedê bîranîna Şêx Seîdê Nemîr li dar xist. Nevîyên Şêx Seîd Kak Enfal Fırat û Kak Muhammed Qazî Fırat jî tevlî bername bun.

Bername bi xwendina Qur’an , piştre ji bo şehîdên Kurdistanê rêz girtin û xwendina Ey raqîb despêkir.

Axaftina yekemîn ser navê Tevgera Ciwanên Kurdistanê Kak Roger Çaxer kir.

Piştê axaftina Kak Roger, li ser jîyana Şêx Seîdê Nemir sînevîzyonek hate nîşandan.

Nevîyê Şêx Seîdê Nemir Kak Enfal Fırat axaftinek kir. Di axaftinê de anî ziman ku:” Em giş nêvîyê Şêx Seîd in. Ey Şêx Seîd em tu carî te ji bîr nakin. Em li ser rêya te ne.”

Bername bi sohbetek xweş berdevam kir…

Komîsyona Çapamenîya Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Back to top button