Îro yekşem 29.06.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Nîkolay Mêladînov Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraq û şandekî li gel kir.
Di destpêka hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraq ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir, her wiha bi navê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ji bo alîkarîkirina wê hejmara mezina koçberan ku bi sedema rûdawên vê dawiyê xwe spartine Herêma Kurdistanê spasiya Herêma Kurdistanê kir, ragihand ku rêxistina Neteweyên Yekgirtî hewlên berdewamdaye bo ku hevkariya mirovî ji bo koçberan desteber bike.
Li beşekî dinê hevdîtinê de, rewşa siyasî û emnî ya niha Iraqê xistin ber behs û Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraq gumana Neteweyên Yekgirtî beranber rûdawan ragihand û bi pêwîstî jî zanî ku çareseriyeke siyasî bijardeya yekem bê û destûra Iraqê bikin bingeh, ji ber ku ewên niha li navçeyên Sunne nişînanin tenê ne grupên terorîstî ne, belku grupên siyasî jî hene ku bi tenê dixwazin mafê wan hebê û rêz li wan bê girtin, her wiha pêwîste kêşeyên Bexda li gel Herêma Kurdistanê jî bêne çareser kirin û kêşeya wan navçeyên başûrê Iraqê jî bêne çareser kirin ku li salên derbasbûyî de bi tevahî hatine piştgûh xistin û tu geşbûn û pêşketinek têda pêknehatiye.
Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê daxwaz ji Serok Barzanî kir ku Herêma Kurdistanê wekî berê rola xwe li hevkarî kirina Iraqê de ya ji bo derbasbûna ji vê qeyranê de û destpêkirina proseya siyasî û pêkanîna hikûmetekî nû li Iraqê hebe ku li ser bingeha şeraket û hevkariya hemû aliyan bê.
Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêr hatina şanda mîhvanan, nêrîna Herêma Kurdistanê li ser rewşa niha ya Iraqê zelal kir û tekez kir ku Herêma Kurdistanê li deh salên derbasbûyî de nermiyekî zêde nîşandaye û herdem jî amade bûye ji bo çareseriya kêşeyan, lê belê hevpeymanên me li bi cîhkirina destûr û pabendbûna bi rêkkeftinan bi berdewamî paşve vedikişiyan û mixabin bi sedema siyaseta şaş ya Bexda û piştguh xistina aliyên din kêşe kûrtir bûn û gihîştîn vê qeyrana niha. Ji bo wê yekê çareserî jî eweye ku ew siyaseta li Bexda bê gûhertin û ewên sedema vê qeyranêne şikesta siyaseta xwe bipejirînin û rê li ber destpêkirina proseyekî nû ya siyasî vekin.
Serok Barzanî tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê êdî ne amade ye baca siyaseta şaş ya Bexdayê bide, niha bi sedema şikesta wan ku terorîst bûne hevsînorê Herêma Kurdistanê, lê belê Pêşmergeyên Kurdistanê sînoran û hemû pêkhatên neteweyî û olî yên van navçeyan diparêzin.
Di derbarê Kerkûk û navçeyên Kurdistaniyan nêzîkî hêla berev rûbinê, Serok Barzanî tekez li ser ewe kir ku ew cîh axa Kurdistanê ne û Pêşmerge ji bo parastina wan û parêzgerî kirina hemû pêkhatan li wan navçeyane û li wir dimînin û niha maddeya 140 bi dawî hatiye, Kurdistan rêz li neteweyên dinê wan navçeyan jî digrê û rapirsiyekî şefaf encam didin û ji bo vê yekê jî daxwazê ji Neteweyên Yekgirtî dikin ku hevkariya me bikin.
Di dawiya hevdîtinê de çawayiya destpêkirina proseya siyasî û runiştina yekema Encûmena Nûnerên Iraqê xistin ber behs û guftûgoyê.