Çend nivîskar û rewşenbîrên Kurd komîteyek ji bo pîrozbahiyên Serxwebûna Kurdistanê amadekariya Karnavala Serxwebûnê dikin. Wan bi daxuyaniyekê daxwaz ji hemû çîn û tebeqeyên Kurdistanê kir ku piştîvaniya wan bikin.
Di daxuyaniya Komîteya Amadekar a Karnavala Serxwebûna Kurdistanê de tê gotin: ‘’Komîteyek ji her pênc parêzgehên Başûrê Kurdistanê amadekariya karnavala milyon kesî dikin bo piştîvaniya serxwebûna Kurdistanê, ev komîteya han bi piştîvaniya hemû çîn û tebeqeyên gelê me vê pêngava han diavêje, erkê we yê niştimanperweran jî ew e ku piştgiriyê lê bikin û di dema maqûl de li tevahiya Kurdistanê birijin ser cadeyan û dengê serxwebûnê bilind bikin.”
Komîteya amadekar dibêje, ‘’Yekdengiya navxweyî dibe sedema bihêzkirina dengê serxwebûnxwazîya Kurdan û welatê nû yê Kurdistanê di nexşeya nû de.’‘