CîhanRojev

Li Tirkiye weşanên televizyona “Birayên Misilman“ hate rawestandin !

Kanala Televizyona rêxistina “ Birayên Misilman“ Mekamellen eve 8 sal bû li Tirkiye weşana xwe dikira. Ev kanal a rêxistina Birayên Misilman a Misrê bû. Piştî başbûna pêwendiyên Misrê û Tirkiye weşanên vê kanalê hatin rawestandin û kanal li welatek din dest weşana xwe dike.

Berpirsên kanala televizyonê di derbarê rawestandina weşanê li Tirkiye daxûyaniyek ragihandin. Di daxûyaniyê de dibêje: Kanala satelayt a Mekameleen ji berî 8 sala li Tirkiye dest weşana xwe kir.Hewlda ku bibe denge gele xwe dida.Taybetî bûyerên li Misrê û nava koma Erebî de rûdidan bi awayek rasteqînî radigihanda.

Daxûyaniyê de dibêjin ku, me biryar daye ku em studyên xwe û hemû dezgehê weşana xwe derêxin derveyê Tirkiye.Lê nadin xûyakirin ka li kijan welatî dê weşana xwe berdewam bikin.

Wek tê zanin hukumeta AK Partiyê û taybetî serokkomarê Tirkiye Erdogan hevalbendek çalak a hukumeta Birayên Misilmana ya li Misrê bû. Piştî inqilabek eskerî hukumeta Misrê ya Birayên Misilman hate rûxandin. Ev yek bû sedemek ku, pêwendiyên Misrê û Tirkiye têkçûn û Tirkiye li dijê hukumeta nû ya Misrê rê dabû muxalefeta Misrê ku weşana televizyonekî li Tirkiye bikin.

Piştî demekî cardin hewldan hatin kirin û pêwendiyên navbera herdu welatan ber başiyê ve herin. Encama têkiliyên nû televizyona muxalefetê ya Birayên Misilmana hate girtin.

Back to top button