Li tirkiye cumhuriyet li ser inkara kurda hatiye avakirin
Li Tirkiye zêdeyê 20 salin guhertina destura bingehin tê gotubêj kirin. Di van 10 salên dawî gelek bendên destûrê hatine guhertin. Lê bi temamî destûr nehatiye guhertin. Hemû partî behsa pêwistiya destûrek nû dikin. Lê di pratikê de hêja kesek gavek neavêtiye ku destûra heyî bi temamî biguherê.Destûra Tirkiye destûreke ku li ser bingehê nijadperestiyê hatiye çêkirin. Ji xwe dema pêşgotina destûrê baş bê xwendin û hersê maddeyên ewil bêne nirxandin, ji xwe de derdikevê holê ku destura heyî tu pêwendiyek demokrasiyê re tuneye û destûrek şovenist û li ser bingehê parastina nijadê Tirk hatiye çêkirin.AKP demek dirêj e behsa guhertina destûra bingehin dike. Lê hêjmara wan di parlementoyê de têrê nake desturek nû ku wek dixwazin çêbikin. Ji bo parlementoyê de destur bê qebûl kirin ji 3/2 dengê parlementera pêwiste. Eger ev nebê ji 550 parlementeran kêmasî divê 330 deng bidin desturê heta ku ew destur herê referandumê.Demekî AKP, CHP, MHP û HDPê komisyonek hevbeş di parlementoyê de ava kirin û hewldan desturê biguherînin. Her çar partiya li ser 60 meddeyî li hev kirin. Lê dema behsa serokatiyê hate kirin, partiyên din xwe dan aliyekî û ew xebat xetimî.Di dawiyê de AKP û MHPê li hevkirin û teklifek hevbeş amade kirin. Niha ew teklif dadikevê parlementoyê û parlementer li ser gotubêje bikin û dê herê dengdanê. Eger 330 deng bêjin erê, dê herê referandumê. Li wêderê jî gel biryara xwe dide.Partiyên wek CHPê behsa guhertina rejimê dike û dibêjin em vê qebûl nakin. CHP naxwaze sistema rejimê li Tirkiye bê guhertin. Di rastiya xwe de ew bekçîtiya Cumhuriyetê(!) dikin . Ew sistema ku CHP behsê dike li ser inkar û imha kurda hatiye avakirin.Niha dema guhertinek li Tirkiye çêbibe, pêwiste kurd û aliyên siyasî yên kurda vê guhertinê li gora berjewendiyên kurda yên netewî binirxînin. Eger guhertin ji ya heyî behtir deriyekî ji bo pirsa kurd vekê divê pişgirî bête kirin. Na eger ji zerera kurdan re bê divê mirov helwestek li dij deynê.Di vê destura nû hatî amadekirn de, bendek heye ku partiyên din û taybetî CHP bi tundî li dij derdikeve û dibêjin: Erdogan dixwaze Tirkiye ber bi federasyonê ve bibe û yekitiya millî têkbibe.Di beşek destura nû de hatiye ku; “ Serokkomar dikare girêdayê desthilatdariya nawendi îdareyên herêmî ava bike. “CHP dibêje ev amadevaniye derbasbûna federasyonekiye û tehdîdeke li ser yekitiya netewî ya Tirkiye. Niha ji dev hemû tiştekî berdin û wek kesayetên kurd vê pirsê binirxînin. Gelo çi tişt destûra kevin de heye ku ji ya nû behtir feydê dide kurdan? Eger em bersiva vê pirsê bidin dê gelek tişt bêne zelal kirin.Eger kurd ne di pencera Kurdistanî de li pirsa binêrin, ev dibe tiştek din. Ji gotubêj kirina rejima Tirkiye behtir , gotubêjkirina mafê rewa yê kurda ji bo me girîng e.Bila kes xwe nexapîne û behsa demokrasiya Tirkiye neke. Roja ev cumhuriyeta nijadpersert hati avakirin heta niha tu demokrasiya(!) hatî avakirin mafê jiyanê nedaye kurda.Ji bo vê jî pêwiste kurd destkeftina mafên xwe bêxin nawenda goftuguyan de.Herweha ev bibe pîvan û em pirsa li Tirkiye gotubêj bikin.21.12.2016Dara Bilek