Li Koyê teqîn şehîd û birîndar hene

Şevîdin teqînek li ber derê avahiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê pêk hat. Li Avahiya PDKΠ de, ji bo Çeva Yelda rewrismek hebû(Roja jidayîkbûna sekreterê Partiya Demokrat  Dr. Ebdulrehman Qasimlû de) . Dema ev rewrisim rêve diçû  teqinek li ber derê avahiyê çêbû.Piştî teqinê pêşmerge derketin derve û li ber avahiyê kom bûn. Hinge teqînek din çêbû. Li gora gahdariyan di herdu teqîna de 7 pêşmerge çehid bûne û hêjmarek birîndar çêbûn.Hêjmara birîndara 12 kesin. Birîndar veguhaztin nexweşxaneyên Hewlêr.Avahiya mekteba siyasî ya PDKÎ li qeza Koyê li Başûrê Kurdistanê ye.Berpirsên  PDKÎ dibêjin, ew teqîn ji aliyê îranê ve hatine kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: