Nivîsar

Gelê Kurdistanê dewletê dixwaze

  Rojevakurd pirsî û Îdrîs Said bersiv da. Said dibêje:Ala yeksane bi hebûn û nasname, îdentitî û zîndibûna gel û netewan ve. Rojevakurd: Alaya  Kurdistanê berî hebûna partiyên siyasiyên kurdistanî hebû û gelê kurd her ji deme şoreşên berê bi taybetî li bakur heta digehe komara Kurdistan li Mihabad û şoreşa Îlonê li başûr kurdan ew ala parast û weke alaya xwe ya neteweyî dizane.Di roja îro de ew ala li ser parlamento û hikûmeta Kurdistanê bilind diheje û li gelek welatan jî îtîraf pê dikin û li civînên fermî li ser masê tê danîn. Ew ne alaya partiyekê, lê alaya kurdan e.Ew alayê bûye beşek ji dîroka kurdan ji aliyê hin partiyên kurdan yên weke PKK/PYDê vê tê şewitanin û bê hûrmetî pê tê kirin. Gelo hûn vê yekê bi çi ve girêdinin û bi çi awayî dinirxînin?  Îdrîs Said Dem baş Rojeva KurdMîna hemû caran Rojeva  Kurd pêşenge di mijarerk û doseyên netewî û  nîştîmanî de.Ev karê han jî ciyê rêz û hurmetê yê û bilind tê nirxandin lewma jî destxwêşiyê li kar û xebata we dikem.Mîna dipirsa R K de hatî dîroka alayê Kurdistanê dîrokeke dûr  û dirêje û her bi dirêjiya dîrokê û di hemû qonaxên xwe de, tev milletên cihanê alayê xwe hebûn û şûnwarên dîrokî vê çendê piştrast dikin, lewma ne  bitinê normale ku gelê Kurd jî mîna tev gelén cîhanê alayê xwe hebe belko gereke û pêtviye jî,jiber ku ala yeksane bi hebûn û nasname, îdentitî û zîndibûna gel û netewan ve.Gelê Kurd jî mîna tev gelên cîhanê ne bi tenê alayê xwe heye belko li gorey yasa nîvdewletî  şengestên dewletbûnê jî (herêm,gel,deshelata siyasî) jî hene û li Kurdistana Başur  karek ciddî jî jêre tê kirin.Meriv dibîne ku serederiyeke fermî digel hikumet û serokatiya Başurê Kurdistanê ji aliyê civakê nîvdewletîve tê kirin û rêz li îradeya gelê Kurd tê girtin dema alayê Kurdistanê li kêleka alayên dewletan li pêşewaziya serok û serkirdên gelê Kurd tê danîn .Lê mixabin li dêvla hinek sazî,rekxistin û partiyên kurdî li jêr sîbera vî alay bicivin û heval bigrin ji bo serêxistna pirojê netewî û nîştîmanî ku xwe di dewleteke serbixwe de bibîne,bi rolê dujminan radibin,pîroziyê gelê Kurd.Ji wan jî alayê rengîn bin pê dikin,dişewitînin,keç û xortên gelê me ê alayê xwe hildidin îşkencedidin û tavêjin zîndanên tarî û bê  şerm û fedî li rêza dujminan li dijî ziman, kultur,nasname hebûn a gelê xwe sekinîne û di heman dem de îddî’a kurdatiyê dikin,nerîna giştî dixapînin û xwediyên projê netewî û damezrandina dewleta kurdî  bi (îxanet) tînin ziman.Li dawiyê ji wan re dibêjim gelê Kurd bi enfal û çekên kîmiyawî ji nav neçû û biriyar di destê gel de ye û biriyara gel jî dewlete û alayê vê dewletê jî tim bilind û hilday be.     

Back to top button