Cîhan
Li Suriye teqîn
Li bajarê Ezazê ku di bin kontrola mixalefeta Sûriyeyê yên bi ser Tirkiye de ye, li pêşberî Kilîsê bombeya ku di wesayetekî de hatibû bicîkirin teqiya.
Teqîn li nêzîkî xala kontrolê ya Şetê ya çekdarên bi navê “Polîsên Leşkerî” bûye.
Li gorî agahiyan, di êrişê de 9 kesî jiyana xwe ji dest daye û birîndar hene.
Piştî êrişê li hawirdorê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û birîndar rakirin Nexweşxaneya Ezazê.
Hêzên ewlehiyê yên herêmî li cihê bûyerê lêkolîn kirin û derbarê êrişê lêpirsîn da destpêkirin.
Hîn jî ti kesî berpirsyariya êrişê hilnedaye ser xwe.