Cîhan

Amerika li Suriye dijî milîsên Îranê bingehên xwe asê dike

Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirovan daxûyakirin ku, karwaneke leşkerî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji aliyê Hesekê ve di bin parastina helîkopteran de, ber bi baregehên leşkerî yên li gundewarê Dêrazorê ve birê ket.

Diyar kir jî, karwan leşkerî ji 12 wesayitên leşkerî, wesayitên zirxî û 20 kamyonên ku kelûpelên leşkerî û lojîstîkî hilgirtibûn, pêk tê.

Herwiha rewangehê got jî, firokeyên şerker yên Amêrîkayê xalên çekdarên xwcehî yên ser bi Iranê ve li gundewarê Dêrazorê kirin armanc.

Şandina vê karwanê di demekê de ye, çekdarên alîgirên Îranê îro êrîşî ser qiraxa rojhilatê çemê Feratê li gundewarê Dêrezorê kirin ku li hemberî kêlgeha petrolê ya El-Omer e ku mezintirîn baregeha leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyeyê lê ye.

J

Back to top button