Polîtîk

Zêbarî: Sê partiyên hatine derxistin faktorên bêîstîqrar û kaosê ne

Hoşyar Zêbarî: Sê partiyên hatine derxistin faktorên bêîstîqrar û kaosê ne, şaneyên penceşêrê li ser laşê Kurdistanê ne.

Endamekî Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku biryara Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ya dûrxistina 3 partiyên ser bi PKKê ve ji gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, rast û aqilane ye û got: Ew sê partî faktorên bêîstîqrar û kaosê ne li Kurdistanê.

Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî li ser tora Xê ya civakî nivîsî: “Biryara desteya dadwerî ya komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan derbarê qedexekirina sê partiyên Kurdî yên girêdayî PKKê biryarek rast û jîrane ye ji ber ku ew sê êartî faktorên bêîstîqrar û kaosê û şaneyên penceşêrê li ser laşê Kurdistanê û hemû Iraqê ne

Back to top button