Cîhan
Birîtanya û Misir jî hişyarî dan ku balefirên wan qada hewayî ya Îran û Libnanê bi kar neynin
Brîtanya û Misrê daxwaz ji kompaniyên asmanî kirin ku, qada hewayî ya Îran û Lubnanê bikar neynin, ji ber ku piştî kuştina endamên payebilind ên Hamas û Hizbullahê fikar zêde dibin ku pevçûnek berfirehtir li herêmê derkeve
Hişyariya Brîtanyayê ji kompaniyên asmanî re ku xwe ji esmanê Lubnanê dûr bixin, çend demjimêran piştî wê yekê hat ku Misirê vê sibehê ferman da hemû kompaniyên asmanî ku sê demjimêran ji esmanê Îranê dûr bimînin.
Digel ku gelek hêlên hewayî li çaraliyê cîhanê nexşeyên firînên xwe ji nû ve sererast dikin da ku qada hewayî ya Îran û Lubnanê bikar neynin, ew geştên berbi Îsraîl û Lubnanê jî betal dikin.