Li Stanbolê hemû partî xwe diceribînin
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmî 31ê meha Adarê de têne li darxistin. Lê çavê siyasî û piraniya partiyên siyasî li hilbijartinên Stanbolê ne. Girîngiya vê hilbijartinê gelekî heye. Ji ber ku, bandorekî li rewşa siyasî ya Tirkiye dike.
Eger berbijêrê CHPê û şeredarê Stanbolê yê niha Ekrem Îmamoglu serbikeve, CHP xwe amade dike behsa aloziya Erdogan û desthilatê bike û daxwaziya hilbijartinek gîştî ya avarte bike.
Eger Îmamoglu winda bike, rewşa di nava CHPê de aloztir dibe û nakokiyên heyîn mezintir dibe. Yanî bi awayek din mirov dikare bêje jiyana siyasî ya Îmamoglu xilas dibe. Niha Îmamoglu CHPê rêve dibe û armanca wî hilbijartinên 2028ê de serokkomariya Tirkiye ye.
Ji bo Stanbolê heta 20 Sibatê di derbarê tifaqên siyasî de hinek guhertin dikare çêbibin. Ji bo vê yekê heta ku,berbijêrên partiyên siyasî bi awayek fermî neyên ragihandin mirov nikare tiştekî bêje.
Ji niha ve gelek rapirsîn têne çêkirin, rapirsînên ji berî mehekî de Îmamoglu 11-12 puenga li pêşbû. Lê niha hêdî hêdî berbijêrê AK Partiyê derdikeve pêş.
Lê niha piraniya şirovekarên siyasî behtir şans didin berbijêrê AK Partiyê Murat Kurum.
Berpirsa dezhehê lêkolîna ya YONEYLEM Derya Kömürcü di derbarê hilbijartina Stanbolê de dibêje: “Di navbera Îmamoglu û Kurum de ferqên gelek biçûk hene. Ji ber vê yekê rêjeya dengên ku hemû namzedên din dikevin hilbijartinê gelek girîng e. Kömürcü di nirxandina xwe de wiha got: “Dibe ku dengê partiya herî biçûk bandorê li encamê bike. “Ev rewşek pir hevaheng e,”
Gelek dezgehên rapirsîna li dartêxin wek meyla xwe ya siyasî hinek encaman dertêxin jolê. Ev yek jî gelek bi zanebûn tê kirin ku bikaribin raya xelkê bi awayekî biguherin. Tişta ku tê xûyakirin, ji bilî AK Partiyê nexweşî di navbera bibgehên partiyan de heye. Ev yek jî şansê berbijêrê AK Partiyê zêdetir dike.
Eger heta gava dawî AK Partî bi awayekî li gel Partiya Refahê li hevhatinekî bike, rewş hemû tê guhertin.