Civak

Li Silêmaniyê doktorekê xwe xeniqand

Şeva derbasbûyî li taxa Raye Şebab ya li Silêmaniyê ciwaneke temen 35 sal li mala xwe da xwe xeniqandiye û bavê wî dibêje çi kêşeyeke derûnî nebûye.

Serkewt Ehmed Peyvdarê Polîsê Silêmaniyê ragihand “Sibehiya îro pênçşem hatîn agahdarkirin ku li bûyereke xwekuştin li taxa Raye Şebab pêkhatiye. Polîs gihîştin cihê rûdanê û derket ku pizîşkeke yarîdedere bi navê Ejî temenê wî 35 sale û xwe helawestiye û xeniqandiye”.

Her wiha Peyvdarê Polîsê Silêmaniyê got: “Li gor axaftinên bavê wî, Ejî çi kêşeyeke derûnî nebûye û hest pê nekirine ku kêşeyeke wî hebê. Sibehî ku rabûne dîtine li jûra xwe de xwe hilawestiye”.

Back to top button