Polîtîk
Parêzgerê Silêmaniyê: Mirin li ber deriyê me ye

Heval Ebubekir Parêzgerê bajarê Silêmaniyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê bi rastî tiştek ji we re eşkere dikim, li pey gotinên siyasî nekevin, mirin li ber deriyê we ye.
Heval Ebubekir Parêzgerê Silêmaniyê ragihand, li civîna îro ya Lîjneya Bilinda Operasyonên Parêzgeha Silêmaniyê ya ji bo Rûbirûbûna Korona çend biryareke nû derxistin û daxwaz kirin, niştimanî “li pey şik û gûman û propagandeyên siyasî nekevin, ji ber bi rastî ji we re dibêjim ku mirineke rastîn li ber malên me daye”.