Cîhan

Ricciardi: Ewrupa pêşengê pêşvebirina derziya dijî Korona ye

Berpirseke Bilindê Wezareta Tendirûstiya Îtalya ragihand Ewrupa di lêkolînên xwe yên ji bo pêşvebirina derziya dijî Koronayê gelek li pêşiya Amerîkayê da ye. Dawiya îsal qonaxa yekê ya derziya dijî Koronayê wê bête berhemanîn.

Ev derziya ku ji aliyê Zanîngeha Oxford ve hatiye pêşxistin ji hemû cûreyên din yên derziya Koronayê pêşketîtire.

Walter Ricciardi Şêwirmendê Wezareta Tendirûstiya Îtalya ragihand: Ev derziya ku ji aliyê Zanîngeha Oxford û bi hevkariya kompanyayeka Îtalî hatiye pêşxistin li ser asta welatên Ewrupa ji hemû cûreyên din yên derziya dijî Koronayê pêşketîtire û Îtalya amadeye ji bo berhemanîna vê derziyê.

Her wiha Şêwirmendê Wezareta Tendirûstiya Îtalya wê yekê jî ragihand Ewrupa di lêkolînên xwe yên ji bo pêşvebirina derziya dijî Koronayê gelek ji Amerîka pêşketîtir bûye, welatê wan yek ji wan welatên destpêşxere ji bo berhemanîna derziya dijî Koronayê.

Back to top button