Polîtîk
Desteyeke pêşvebirina çandina li Kurdistanê hate ragihandin

Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkanîna desteyeke pêşvebirina çandinê ragihand.
Bêgerd Talebanî Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand cara yekê ye desteyek li Herêma Kurdistanê bête dirustkirin ku ji bo pêşvebirina çandinê be. Girîngiya vê desteyê Serok Wezîr û Cîgirê Serok Wezîr û çend wezaretên peywendîdar têda beşdarin û armanca wê pêşvebirina kerta çandinê ye li Herêma Kurdistanê.
Wezîra Çandinê vê yekê jî da zanîn ku bi rêya wê desteyê plan ji bo guherîna çandina li Herêma Kurdistanê û girîngî dana bi xwarin û asayîşa avê wê bê dariştin.