Li Sêrtê 4 jin kuştin
Li gora nûçeya malpera Siirt Gundemi, çekdarên PKK-ê êrîşek çekdarî li dijê otomobîlekî pêkanîn. Di encam de gelek birîndar bûn û 4 ji wan jiyana xwe ji dest da.
Li gora nûçeya Siirt Gundem, êvarî demjimêr 20.30-î de bûyer li devera Niwala Qesaba pêkhat. Otomobîl ber bi dibistana bilnd ya polisan ve diçûya û ji çekdarên PKK-ê weye ku di wê otomobîlê de polisên sivîl hene.
Lê di otomobîlê de jin û xelkêk hebû ku diçûna xêlekî nêzikî dibistana bilind ya polisan.Dema êrîş birin ser otomobîlê, otomobîl şewitî û yên di tê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Jinên ku jiyana xwe ji dest dayin evin: Zeynep Evin, Nergis Evin, Kevser Çekin û Nurcan Olgaç. Rewşa birîndaran Gülcan Olgaç û Nuran Evin jî giran e. Piştî bûyerê di nav polis û çekdarîn PKK-ê de şer derket, li gora nûçeya Siirt Gundem çekdarek yê PKK-ê jî jiyana xwe ji dest daye.
Li herêmê û derdora bajarê Sêrtê çûyîn hatin kirine di bin kontrolê de.