Obama û Erdogan civiyan
Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan ji bo civînên YN li Amerîka bû.
Erdogan li gel serokê Amerîka Obama hevdîtinek pêkanî. Piştî vê hevdîtinê Obama û Erdogan konferansek rojnemevanî li darxistin .Obama di konferansa rojnemevani de bi şermezarkirina teqîna li Enqere çêbûyî dest axvtina xwe kir.
Obama got: Tirkiye mutefikê Nato û dostek me yê nêzîk e. Ez ji bo arîkariya Tirkiye ya li Afganistanê û ji bo pişgiriya li Libyayê li gel me kirîn spasiya Erdogan dikim.Obama ragihand ku ew helwesta Tirkiye ya di çerçova planên Nato yê de, cihkirina Fuzeyan li Tirkiye teqdîr dike.
Erdogan di axvtina xwe ya li gel rojnemevanan de got:
– Desthilat a Surî propagandeyek mezin li dijê Tirkiye dike. Em jî wek Amerîka li dijî Surî hinek helwestan verbigirin.
– Me li gel Obama behsa rewşa Israîl kir. Herweha ew jî êrîşa li dijê gemiyên me ne dil rihetin.
– Civînên me û Yunanistanê yên stratejik hene. Lê ku Qibris li Derya Sipî li petrolê bigerê nabê. Ev dixwazin hevdîtinên me û Yunanistan sabote bikin.
– Dema ez vegerim Tirkiye ezê daxuyaniyên berfirehtir di derbarê hevditina xwe û serok Obama de bidim.