Polîtîk
HPG: Tu pêwendiya me bi teqîna Enqere ve tuneye
Çêkdarên PKK-ê HPG di derbarê teqîna li Enqere çêbûyî daxuyaniyek belav kirin. Li gora nûçeya malpera ANF, Di daxuyaniya xwe de HPG diyar dike ku tu pêwendiyên wan teqîna li Enqere çêbûyî ve tuneye. Herweha dan xuyakirin ku, hinek ji b dijminetiya PKK-ê bikin van bûyeran têxin di stuyê PKK-ê de.
Di daxuyaniya HPG de tê ragihandin ku hinek aligirên AK Partiyê di pişta vê bûyerê de hene. Di vê derbarê de gotin ku: Tê zanîn ku em li dijê sivîlan tu çelakiyan nakin, lê welê jî me di van bûyeran de wek berpirsiyar didin nîşandan. Ev jî bi awayek ji şerê AK Partiyê li dijê kurdan e.
Lê di daxuyaniyê de qet behsa bûyera ku li Sêrtê pêkhatî û di encam de 4 jin hatîn kuştin naye kirin.