Polîtîk

Kontraktên patrol û gazê ji raya giştî re eşkere kirin

Duhî di civîneke navbera Berhem Salih serokê hikûmeta Kurdistanê, Erselan Bayîz cîgirê parlamentoya Kurdistanê, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî  û serokên kutleyên nava parlamentoya Kurdistanê de, biryar hat dayîn ku hemû kontrakên patrol û gaze yên herêma Kurdistanê bi kompanî û şîrketên biyanî û naxweyî re îmaza kirine ji raya giştî re bên kirin.
 
Di civînê de, serokê hikûmetê hemû kontraktên neft û gazê yên herêma Kurdistanê bi kompanî û şîrketên biyanî û navxweyî re îmza kirine, ji bona ku li ser wan kontraktan haydar biubib û hûrgilyên nnava kontraktan bizanin, teslîmî serokkutleyên parlamentoya Kurdistanê kirin.
Salih got:
– Hemû kontraktên neft û gaze ji raya giştî re tên eşkere kirin û hemû jî li gor qanûna petrolê û gazê ya herêma Kurdistanê û destûra Îraqê hatine îmzakirin. Neft û gaz samanekî xwezayî niştimanî ye û hikûmeta herêma Kurdistanê wê ji bo geşkirina  welat û xizmetkirina hevwelatiyan bikar tîne
Berhem Salih got ku di warê îmzakirina kontraktan de, herêma Kurdistanê pîwan û standardên navdewltî yên rêxistina şefafîyeta  navdewletî ya warê petrolê (EITI) li ber çav girtine.

Dr. Aştî Hewramî wezîrê derametên xwezayî yê hikûmeta Kurdistanê got ku, hemû kontrakt  bi şafafî û li gor destûra Îraqê  û qanûna petrol û gaz a herêma Kurdistanê hatine îmazkirin û pîwan û standardên navdewltî li ber çav hatine giertin.
Aştî Hewramî tekîd li ser ewê çendê jî kir ku,  ji sedemê pêşkevtin û geşbûna sektora petrol û gazê,  gelek konsolxane  li Hewlêrê hatine vekirin, gelek kompanê, sermayedar û weberhênerên biyanî berê xwe dane Kurdistanê û qebareya weberhênanê li herêma Kurdistanê rojane ber bi zêdebûnê ve dice.

Ji bo xandina hûrgiliyên kontraktln neft û gaze serdan malpera hikûmeta herêma Kurdistanê www.krg.org bikin.

Weke tê zanîn hema bêje hemû kontraktên neft û gazê yên herêma Kurdistanê di dema kabîneya pêncê a di bin serkatiya Nêçîrvan Barzanî de hatîne îmza kirin

Back to top button