"Aqilo zêrîno di serê herkesî de nîno"
Ev gotin, di nava civata kurdan de bi hawayekî mecazî hatiye bikaranîn. Aqil di serê herkesî de heye, lê belê a girîng, ew aqil, ji bo ҫi bi kar tê. Aqil ji bo qencîyê jî û ji bo neqencîyê jî, ji bo fêdê jî û ji bo zerarê jî, ji bo xweșîyê jî û ji bo nexweșîyê jî bi kar tê.
Bikaranîna aqil jî li ser bingehekî û hedefekê dileyizê. Ger bingeh ne saxlem û ne ji alîyên hosteyên xwe ve hatibê avakirin, hedef kanê bi gelek rengan bê nîșankirin. Carna kesk, carna zor, carna zer, carna șîrikî, yanî li gor wê bingeha ku aqil di destên xwe de dileyizînê reng tên holê. Ger bingeh ne bi destên aqilên hosteyên ji malê an jî hosteyên durust hatibê avakirin, gihandina hedefa k u ew aqil di peydeye ne mumkun e.
”Konferansa Kurdistanê” a ku 19/9- 2011 an li Diyarbekirê, ji alîyên ҫend partîyên kurdan ve pêk hatibû, di sernivîsên malperên kurdan de belav bû. Tifaq û tebayî her qenc û bi fêdeye. Lê gava merev, naveroka gotina ”Konferansa Kurdistanê” analîz dikê û li moxila aqil dixê, hinek kêmayî û lez û bezek têde xuyayî dibin. Konferans li gor navê xwe ne konferansek Kurdistanî ye û ne neteweyî ye jî. Stratejîya konferansê tuneye û bê ser û bin e. Ji parҫeyên din ên Kurdistanê, ne partîyek lê yek kes jî nehatîye vexwendin. Heger hatibin vexwendin û kes jî neҫûbê, dîsa tê wateya ku kurdên perҫeyên din ne razîn in. Konsensusek di derbara yekîtîyêk kurdan de têde nîne.
Ji axaftinên ku di konferansê de hatinin kirin, tê xuyayîkirin ku metodek û termînolojîyek nuh ku bersiva dema îro bidê merev têde nabînê. Metod û termînolojîya ku hatîye bikaranîn, a salên 70 yî û hêjî kevintir e. Naverok, ji bidestxwexistina mafên kurdan ê neteweyî bêtir xebatek li dijî emperyalîzmê û ji bo armancên sosyalîzmê pêk bê didê dîyarkirin. Neteweyê kurd, ne ev erk daye BDP ê, HAKPAR ê û KADEP ê. Erka ku daye wan, ҫûna parlamentoyê ye û li wir, cenga xwe a sivîlî ji bo guhertina makzagonanê û bicihkirina mafên kurdan di wê makzagonê de ye.
Tu konferansên kurd û Kurdistanî bêyî serokatîya Kurdistanê û Desthilatdarîya wê nikarin pêk bên. Ev, divê kurdên hemû alîyan vî tiștî bikin zengilek û têxin guhên xwe. Pîvana Kurd û Kurdistanîbûnê ji bo hemû kurdan, berîya her tiștî paraztina destkevtinên ku li bașûrî Kurdistanê hatinin bidestxwexistin. Axa azad, ala azad, nasnama azad.Li kîjan alîyî, mafên neteweyî têkevin destên kurdan, divê her kurd wan berîya her tiștî biparêzê.
Kurd divê aqilê zêrîn ji bo xwe, yekîtîya xwe, destkevtinên xwe û biratîya xwe bikar bînin. Aqilê zêrîn herkes ji bo xwe lê digerê. Bila aqilê me ê zêrîn jî ji bo me bê. Em aqilê xwe ê zêrîn nexin destên nexêrxwazên xwe.
Felemez Akad
2011 09 21
Swêdê