Li ser daxûyaniya Ahmet Turk..!
Ahmet Turk di derbarê gotinên Bahçelî de û herweha derbarê rojeva siyasî de daxûyaniyek da: Turk di daxûyaniya xwe de dibêje: Em dixwazin jiyaneke bi rûmet misoger bikin. Bi salan e em ji bo vê têdikoşin. Em bi rastî jî xwe mecbûr dibînin û pêdiviya me bi her cure însiyatîfên ku Tirkiyeyê ji vê kaosê rizgar bikin bigrin. Ji bo me ya girîng ew e ku hawirdora diyalogê ava bikin. Eger ev yek pêkbe, em li vir in ku bi hemû aliyên siyasî yên Tirkiyê re bicivin û biaxivin û ji bo çareseriya pirsgirêkê formulek çêbikin. Ger bi rastî jî sibê bi pêkanînên xwe ji bo çareseriya pirsgirêkê û pêşerojeke demokratîk bixebitin, em ê bi birêz Bahçelî re jî hevdîtinê bikin. Ji ber vê yekê ti kes ne di wê rewşê de ye ku me îstîsmar bike. Kurd îro miletekî polîtîk in. Kurd dizanin çi dixwazin. Kurd xwedî wê hişmendî û hêza ku têbigihêjin kîjan proje projeyek demokratîk e an na.
Berdewamiya axavtina xwe de Turk dibêje: “ Em ji bo diyalogê amade ne. Di vî warî de em siyasetê li gorî daxwazên gelê xwe dikin, ne di bin bandora ti aliyekî de ne. Em ji bo daxwazên gelê xwe bi cih bînin têdikoşin. Armanca me qet pos û wezaret nîne. Armanca me ew e ku gelê me bigihêje aştiyeke bi rûmet. “Em ji bo vê têdikoşin û em ê bidomînin.”
Problema mezin a ku, îro di nava tevgera Kurd de li bakurê Kurdistanê heyî ewe ku, tu gotar û daxûyanî ji aliyê siyasetvanan ve gelekî nayên nirxandin. Turk dema behsa vê pêvajoyê dike ne rast diaxive. Ji berî her tiştekî hêzek heye ku ew li ser biryara Turk xwedî îradeye. Yanî di vê pêvajoyê de îrada Turk girîdayê Qendil û desthilata PKKê ye. Em dizanin ku, Turk li ba dewletê û aliyên siyasîyên tirka jî gelek wek kesayetek “ Maqûl“ tê lanse kirin. Lê divê li vê derê mirov bizanibe, Turk gelek kesayetên di nava DEMê de ji derê Qendîl ne xwedî biryarin.
Turk û rayadarên DEMê dibêjin Kurd dizanin çi dixwazin. Raste Kurd dizanin çi dixwazin lê mixabin Turk û berpirsên DEMê nizanin kurd çi dixwazin. Gerek herkes têbigihê ku, daxwaziya Kurdan destxistina mafên netewî yên rewan e. Ne tenê kaşo demokratikbûna Tirkiyeye. Herweha demokratbtîk bûna Tirkiye li gora zihniyeta “ demokratikbûna“ heyî pirsgirêka kurd çareser nake. Divê kurd di serî de jî taşeron tê bigihin ku pirsa Kurd pirsek netewîye.
Berê xwe bidinê hevseroka DEMê Tulay Hatimogullari di daxûyaniyeka xwe de dibêje:AKP û MHP ne partiyeka Tirkiyeyêne.Astenka ku li pişiya Tirkiyebûna me ya herî mezin tifaqa AKPê û MHPê ye.
Gelo Turk ji bo vê çi dibêje? Turk yên wek Turk hewldidin Kurdan ji daxwaziyên wan yên rewa dûrbêxin û keseyatek wek Tulay hevrseroka DEMê bikin nûnerekî ku, behsa daxwaziyê Kurda bike û kurdan roj bi roj gav bi gav tirkan ve entegre bike. Ev misyona DEMê ye.
6.11.2024
Nêrin / Şirove