Li Rûsyayê piştî erdhejê volqan teqiya
Li gorî nûçeya di çapemeniya dewleta Rûsyayê de cih digire, volkana ku piştî erdheja bi lerza 7.0 ya ku li peravên rojhilatê welêt pêk hat teqiya, xweliya ku encama teqîna volkanê çêbûyî bi kilometreyan ber bi hewayê ve bilind bû.
Volkana Shiveluch bi qasî 450 km dûrî Petropavlovsk-Kamchatsky, bajarokek deryayî ye ku bi nifûsa xwe nêzî 180 hezar kes e ku li Kamchatka, herêma rojhilatê Rûsyayê ye.
TASSê sibeha Yekşemê ragihand ku;”Xweliya [ji aliyê volqan ve hatiye avêtin] heta 8 kîlometran ji asta deryayê bilind dibe, û volqan lavava dirijîne”
Li gorî TASSê, erdhejê “xisareke mezin nedaye”, lê avahî û bi taybetî dezgehên civakî ji bo zirarên potansiyel tên lêkolînkirin. Hat ragihandin ku ji aliyê saziyên herêmê ve kuştî û birîndar çênebûne, hat diyarkirin ku xebat dewam dikin.