Iraq spasiya welatên ku jenosîda Êzidiyan nas kirine dike
Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand, hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya komîteyeke lêkolînê, hewl dane Êzîdiyên winda bibînin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di Konferanseka Tawanên DAIŞê li dijî Êzidiyan de got: “Iraqî ji ber teror û şer koçber bûne. Hikûmeta Iraqê jî kar ji bo qerebûkirina wan kesên ku bûne qurbaniyên DAIŞê, dike. Wezareta Derve kar kiriye ku civaka navdewletî têbigihe van tawanan û em hewl didin di konferansê de gotûbêjan bikin, ka Iraq dikare çi bike ji bo parastina mirovatiyê û kêmkirina azarên gelê Iraqê. Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya komîteyeke lêkolînê hewla dîtina Êzidîyên winda dane, da ku vegerin nav malbatên xwe û bên qerebûkirin.”
Fuad Husên got: “Em spasiya hemû hêzên ewlehiyê dikin ku di rizgarkirina bajar û gundan de, bi taybet Şingalê ku nîşana biratî û pêkvejiyanê ye, qurbanî dane. Em spasiya hikûmet û parlamentoyên ku tiştê li Şingalê hatiye serê Êzidiyan, wek jenosîd nas kirine, dikin. Em jî soz didin ku ji bo qurbaniyan û malbatên wan, çi ji destê me bê em ê bikin.”
Huseyîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em piştgiriya xwe ji bo Êzidiyan dubare dikin û em careke din tekez dikin ku Wezareta Derve dê bi berdewamî ronahiyê bixe ser jenosîda Êzidiyan û em soz didin ku em ê her tiştî ji bo pêkanîna dadperweriyê û qerebûkirina malbatên qurbaniyên destê DAIŞê bikin.”