Rêkeftina nû ya Iraq û Tirkiyê çi bandora li PKKê dike..!
Dawiya heftiya borî Wezîrê Berevaniya Iraqê Sabit Ebasî û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler li Enqere ya paytexta Tirkiyê protokolek hevkariya leşkerî, ewlehî û tekoşîna dijî terorê îmza kirin ku xuya dike beşek be li protokola Iraq û Tirkiyê ya di çend mehên borî de di çarçoveya 27 lihevtêgeheştinên din îmza kiribûn.
Li gor zanyariyên çapemeniyê vê rêkeftinê ti şansekî mayîna PKKê li Iraqê nehiştiye. Ev lihevtêgeheştin di dema serdana şandeya fermî ya Iraqê bo Enqerê de ji bo gotûbêjkirina çend dosyayekî ewlehiyê hate holê.
Li gor zanyariyan, gotûbêjên vê carê yên Iraq û Tirkiyê gelek hûrtir behsa pirsa hebûna çekdarên PKKê li navçeyên dirêjayiya zincîre çiyayê Qendîl, Mexmûr û Şingalê hatiye kirin.
Di vê çarçoveyê de berpirsekî Wezareta Derve ya Iraqê ku daxwaz kiriye navê wî neyê aşkera kirin ji rojnameya El Erebî El Cedîd re ragehand: ‘’Protokola Iraq û Tirkiyê de geheştine qonaxekî pêşketî ya baweriyê, bi taybet ku Iraqê niyeta paqij berî Tirkiyê nîşan daye, dema ku PKK xist lîsteya rêxistinên qedexe de û bi biryara encûmena dadwerî jî baskên wê li Iraqê ji karxist.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Berpirsên Tirkiyê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî keyfxwaşiya xwe nîşandan li hember wê yekê ku Iraqî jî dijî PKKê ne. Hikûmeta Iraqê dixwazê bi temamî dawî bi wan pirsgirêkên ewlehiyê bîne ku PKK li navçeyên sînor ava kiriye.’’
Berpirsê Iraqê diyar kir, tenê pirsgirêkek hebe ew jî PKKê hevpeymaniya li gel hin grubên milîs heye û ew wek hikûmeta Iraqê naxwazin pevçûn pêkbê, ji ber wê jî ew protokola ku heye li gel Tirkiyê ji bo demekî dereng jî bimîne, lê dê bê cîhbicîhkirin.’’
Li gor zanyariyan di vê serdanê de Iraqê zincîreyek tevdîrên ewlehî û îdarî yên cîhbicîhkirî ji bo sînordarkirina hebûna çekdarên PKKê di çarçoveya paketekî ji sozên Bexdayê pêşkeşî berpirsên Tirkiyê kiriye.
Derbarê vê pirsê de endamê lijneya asayîş û berevaniyê li Parlamentoya Iraqê ragehand: ‘’Ew rêkeftin û protokol û li hevtêgeheştina ku Iraqê li gel Tirkiyê îmza kiriye, hemû xizmetê ji Iraqê re dike û armanca bihêzkirina serweriya Iraqê ye.’’