Rewangeha Mafên Mirovan a Sûrîye daxûyakirin ku, hejmarek ji çekdarên ser bi rêjîma Sûriyê ve ji rojavayê çemê Firatê, ji navçeyên di bin kontrola mîlîsên Îranê de derbasî gundewarê Zîban ê li rojhilatê Dêrazorê bûn û şer û pevçûn di navbera wan û HSDê de derket.
Bi destpêka êrîşê re şêxê eşîra El-Egêdat Şêx Îbrahîm El-Hefil peyameke dengî weşand û tê de destpêkirina şerê nû yê “artêşa eşîran” li hember HSDê ragihand.
Li gorî daxûyaniya Rewangehê, di şer û pevçûnan de 22 kes hatin kuştin: ji van 18 çekdarên xwecihî, 3 ji HSDê û jinek jî din ava kuştiyan de ye 42 kes birîndar bûn e.
Ji aliyê xwe ve, Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê ragihand, 2 komên çekdar ên girêdayî hêzên hikûmeta Şamê di bin topbarana hêzên rêjîmê de, derbasî navçeya Zîban a li rojhilatê Dêrazorê bûn.
Li gorî daxuyaniya HSDê, di encama şer û pevçûnan de hejmarek çekdar hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn. Di endama topbarana bêserûber ji aliyê hêzên rêjîmê ve jî, hejmarek sivîl birîndar bûn û ziyanên madî li malên wan bûn.