Nivîsar

Dijminatiya hember Barzanî, referandûm û rewşa rojane ya du xetên Kurdistanê




Li ser Referandûma Serxwebûna Kurdistanê 6 sal derbas bû. Silav li kurdên ku ev referandûm li dar xistine, yên ku dengê erê dane, yên ku derfeta dengdanê tunebûn lê dilê xwe de gotine erê û ji bo dostên me yên biyanî yên ku rêzê li mafê kurdan ê referandûmê digirin.

Ew mîratgirên rabirdûya azad a kurdan û temînata paşeroja Kurdistan a azad in. Eniya dijberê referandûmê çi pêkhateyên kurd û çi kolonyalîst di pozîsyona tam berovajî de ye. Li dijî referandûmê û dijî rabirdûya dîroka Kurdan tevdigerin. Rewşeke ku piştî referandûmê heya roja îro derketiye holê heye: Li Kurdistanê du xet hene. Ya yekem xeta serxwebûn xwaz ye û ya duyemîn jî xeta yên ku siyaseta kolonyalîst dişopînin.

 Mîrateyê ji Ehmedî Xanî derbasî Barzanî bûy

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ne bûyereke sûprîz û ne jî destkeftekî xwliqî û qedyayî ye. Ew ji paşerojê tê û dê bandorê li îro û li ayîndeya me bike.

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya 25 ê Cotmeha 2017 an di dîroka Kurdistanê de xeleka dawî ya zincîrên têkoşîna azadiyê ye. Ger em dîroka herî nêz jî bidin ber çavan, referandûm berdewamiya daxwaz û tevgera kurdan a xwerêveberiyê ye, ku bi fikra Ehmedî Xanî ya “rizgariya kurdan di dewletê de bibînin” dest pê dike. Haci Qadirê Koyî, paşê jî ber bi Nehrîyan ve diçe. Fikra “xwerêveberî-dewletbûn” ku Ehmedî Xanî wê rojê hewl da di mejiyê Kurdan de bi dest bixe, di şexsê tevgera Barzanî de tê temsîlkirin.

Çawa ku referandûm berdewamiya zincîra dîroka serxwebûn xwazî ye, tevgera Barzanî jî berdewama civak, bawerî û siyaseta Kurd û Kurdistanî ye. ger em vekirî û bi zelalî bejin “dixwaze kurd xwe bi rêve bibin, bibin dewlet û koletiyê ji holê rakin” mîrateyê rêbaza Barzanî ev e.

Em dikarin bejin “Xanî, yanî Nehrî, Nehrî, yanî Barzanî, Barzanî, yanî dewletbûna Kurdan”

Dijminatiya Barzanî= Dijminatiya Kurdayetî û Serxwabûn xwazîyê ye

Îro jî xeta Xanî di nav rêbaza Barzanî de dijî. Dijminatiya li hember rêbaza Barzanî bi parçebûna vê zincîra dîrokî ve girêdayî ye.

Hûn çawa lê binêrin, tevgera Barzanî tevgereke ku 150 sal in di mijara kurdan û dewletbûna wan de li dijî Osmanî, Tirk, Îran û Ereban e. Tevgereke ku ev 150 sal diaxve, danûstandin dike, şer dike, her tim li qadan e, her çend carna paşve vekişiyabe jî, di encamê de ji salên 1950 an û vir ve her car dewleta Iraqê aniye ser maseya danûstandinan. Di van 70 salên dawî de di mijara pirsgirêka Kurd de destkeftiyên berbiçav bi dest xistiye û ew li ser maseya dîplomatîk zindî hiştî ye. Sedema serekî ya vê kîn û nefreta hemû kolonyalîstên Kurd, ji ber vê rastîyê ye.  Pirsgirêka kurd weke pirsgirêka Barzanî li cîhanê tê naskirin. Ev rastî ye. Dijminatiya li hember Barzanî bi qasî dijminatiya Kurd û Kurdistanê ye.

Li Kurdistanê du xet hene: Xeta serxwebûnê û xeta teslîmbûnê

Li dîroka Kurdistanê de hertim du xetan hukum kirîye. Ya yekem xeta serxwebûnê ye ku me li jor behs kir. Di vê xeta berxwedana mîtolojiya Kawayê Hesinkar weke sekina Kurdan hat dayîn û Kurd bûn xwedî  desthilata Împaratorî. Ev rêza ku em wek Xanî, Nehrî,Barzanî formule dikin, bi dehan kesên wek Şêx Seîd, Simko, Seyît Rıza, Alişêr-Zarife, Nûrî Dêrsimî, Îhsan Nûrî Paşa nava xwe de dihewîne.

Xeta duyemîn jî xeta îxanetê ye. Xeta xiyanetê her tim kolonyalîstekî ku xwe bispêre xwe dibîne û êrîşî Kurdan dike. Ev xet di dîrokê de gelek cara serwer bûye. Mînak Rêber xayinê serhildana Dêrsimê ye. bînbaşî Qasım xîyanet li Şêx Seîd kir. Û Xayînên wek Diyap Axa. Çawa ku xeta berxwedanê didome, îro jî ev xeta xîyanetê jî heye.

  Xeta netewperestî ya ku Barzanî temsîl dike, di dîrokê de neçar maye ku li dijî vê xetê têbikoşe. Bi rastî jî ji kolonyalîstan zêdetir li dijî vê xetê li ber xwe da ye.

Dema ku Şêx Ehmed û Mela Mistefa Barzanî li dijî Îngilîzan şer dikir, yên ev hêze piştve dorpêç dikir eşîrên kurdan yên xayîn bûn. Di şerê sala 1966 an de bi Iraqê re, hêzên Îbrahîm Ehmed û Celal Talebanî mil bi mil bi artêşa Iraqê re li dijî Kurdan şer kirin.

Di pêvajoya referandûma 2017 an de îxanet li Kurdan hat kirin. Hemû partiyên Başûr ji referandûmê re gotin erê, lê beriya ku sindoq bên rakirin xeta xîyanetê çalak bû.

Di vê xeta îxanetê de ku di dema referandûmê de derketiye pêş rola PKK ê ya sereke hebû/heye. Her çiqas di pêvajoya referandûmê PKK ê bi şermok dijberî dikir, lê ji sala 2014 an û vir ve ji bo avakirina xeta xiyanetê ku navenda wê li Silêmaniyê ye, taşeronî dike.

Bi kurtasî em dikarin bibêjin PKK di dîroka kurdan de xeta herî xeternak a îxanetê ye. Ev rastî di van 6 salê li ser referandûmê de derbaz bûyî de bi awayekî zelal tê dîtin. PKK li dijî rêbaza dewletxazî ya Barzanî yan, nûnertîya kolonyalîstan dike. Ji bo vê jî ji her alî ve êrîş dikin.

Mîsyona PKK ê li eniya xiyanetê

Gote gotkên paşmayê kolonyalîstan ango PKK ê weke “Barzanî ajan in, Barzanî hevkarê tirkan in” li hember dîroka rabirdûyî de bê wate û virin. Rêbaza Barzanî xwe ne cemandin e ne li hember dagirkeran ne jî xayîn a. Loma jî îro ewqas di bin êrîşan de ye. PKK bi palpiştîya dagirkerên k udi xwazin Kurdan biqedînin êrîşî Barzanîyan dike

Rêberê PKK ê Evdila Ocalan ku Barzanî bi hevkar û xayîn bi nav di kir, di deqeya yekem ji dijmin re di got, “Dayika min Tirk e, ez dixwazim xizmeta dewleta xwe bikim, ez xulamê dewletê m Ez taşeron im, min ji xwe re bi kar bînin.”

Li gel zextên hemû cîhanê yên piştî referandûmê li ser dîsa gav şûnda neavêt û got “Ez Mesûd Barzanî me, ji niha û pê ve ez ê jiyana xwe weke pêşmerge bidomînim û ji bo mafên Kurdan têbikoşim.” Weke Ocelan negot ez Iraqî me û lavayî nekir.

Mirov nexwaze jî berawird bike, lê divê were fêm kirin: Sedema neyartiya hem kolonyalîstan û hem jî xeta xiyanetê ya li hember rêbaza Barzanî û Serok Barzanî ev helwesta wî ya xwe ne tewandî ye. xeta wî de efûxwazî û xwe tewandin nîne.

Nêrîn/Şirove

Darkamazî

Back to top button