CivakRojev

Fermandarê Komên Biyanî hat girtin

Tora Medyayî ya Ewlekarîya Iraqê ragihand ku terorîstê bi navê “Fermandarê Komên Biyanî yên DAIŞê” li Kerkûkê hatiye girtin.

Li gor daxuyanîya Tora Medyayî ya Ewlekarîyê, hêzên Rêxistina Dijî Terorê bi hevkarîya Teşkîlata Ewlekarîya Giştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li ser agahîyên hesas ên îstixbaratê li Kerkûkê operasyonek li dar xist.

Di operasyonê de terorîstê bi navê Ebû Buharî yê bi navê “Fermandarê Komên Biyanî yê DEAŞ”ê hat girtin.

Back to top button