Di referandumê de millet a xwe got

Yan divê em bibin şirîk, yan jî wek sed salên derbasbûyî vegerin nav çembereke vala û dema ku Bexda me weke şirîkên xwe qebûl neke, divê em rêyeke din ji bo xwe hilbijêrin…

Ihsan Amedî
Roja 25ê Îlonê roja referandomê, roja ragihandina raya hemû gelan e, rojeke pîroz e, rojeke neteweyî ye. Di dîroka Kurdistanê de bo cara yekê ye ku hemû cejnên netewî bi şahî û çalakiyan tên pîrozkirin.
Serok Barzanî di pirtûka xwe ya ji bo dîrokê de dibêje: Kurdistan xwedî prensîbên dewletbûnê ye û mafê wê ye ku hezkirina xwe diyar bike, ew destûra ku bûye bingeha pêkvejiyana pêkhateyên Iraqê, hatiye binpêkirin.
Di van salên dawî de hikûmeta Iraqê 55 xalên destûrê, pirensîpên beşdariya di hukimdariyê û hevsengiyê de di avakirina saziyên îdarî, leşkerî û yasayî de û herwiha pirsa lihevkirina di yasayan de binpê kiriye. Cihê kurdan û civakên din tune bû û her dem bi awayekî dihat binpêkirin. Di bûdceya salane de dem bi dem mafên malî yên gelê kurd dihatin kêmkirin heta ku bi tevahî qut bûn. Em êdî gihatin wê baweriyê ku beşdariya me di desthilata Bexdayê de nîne.Pirs ev e, eger destûr neyê dayîn ku em li vî welatî di desthilatdariyê de beşdar bibin, çi hêvî heye ku em wek beşek ji vî welatî bimînin?
Van hemû sedeman baweriyek çêkir ku aliyên siyasî bighin biryarekî, yan divê em bibin şirîk, yan jî wek sed salên derbasbûyî vegerin nav çembereke vala û dema ku Bexda me weke şirîkên xwe qebûl neke, divê em rêyeke din ji bo xwe bigrin.
Di vê destûrê de ku hemû sedem û faktorên hanê hebûn, Herêma Kurdistanê serkeftinek mezin li dijî DAIŞê tomar kir û piraniya navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatin rizgarkirin û Herêma Kurdistanê bi zêdetirî şêst dewletan re hevpeymanî kir. Di sala 2017ê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serok Barzanî civîneke taybet li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê pêk anî û tê de girîngiya vê destpêşxeriyê diyar kir ku divê di 25ê Îlonê de referandum were kirin.
Hemû amadekarî ji bo vê piroseyê hatin kirin û piraniya girseyên gel bi kêfxweşî beşdarî propagende û dengdanê bûn û karnevalên referandomê organîze kirin û çûn ser binkeyên dengdanê û biryara xwe ya bibiryar dan.
Belê ji bo serxwebûna Kurdistanê, ev tişta milet xwest û got û di 25/9/2017an de bi piroseseke demokratîk a azad îfade kirin û bi coş û kêfxweşî çûn ser sindoqan û ji serxwebûna Kurdistanê re gotin erê.
Milet her tim ev xwestiye û ji bo gihiştina vê armancê her tim li berxwe daye û têkoşiyaye.
Şoreşa Îlonê referandumeke serketî bû ji bo serxwebûnê ji ber ku tevahiya Kurdistana Iraqê li xwe girt û piraniya xelkê bi azadî beşdar bûn. û koça milyonî bi awayekî din referandûm bû dema ku hemû milet koletî red kir û ji bo azadiyê ber bi çarenûseke ne diyar ve çû!.
Lê ji ber ku ti qanûn û biryareke fermî ya dezgehên pêwendîdar tunebû, sindoqên dengdanê ji xelkê re nehatibûn danîn û kartên îfadekirinê jî ji wan re nehatibûn dayîn, ev îfadeyên serxwebûnê weke referandûm nehatin dîtin.
Referandûma 25/9/2017 wek referandumeke tam, fermî, yasayî û siyasî hat nirxandin. Ji ber ku fikir, proje û bername ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ve hatibû amadekirin û pêşkêşkirin û yasayek hat derxistin û Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan hat cîbicîkirin û ji % 93ê ji milet jî , ji bo serxwebûna Kurdistanê gotin ERÊ. Rewatiya xwe ya hiqûqî û siyasî bi dest xist.
Dijmin û dagîrkerên Kurdistanê li dijî fikir, proje û pêkanîna referandomê bûn, wek her car li dijî her tevger, şoreş û serhildanekê bûn ku daxwaza mafên gelê Kurd bikin û ev yeka jî dihat çaverêkirin, ji ber ku li dijî Kurd û Kurdistanê ne. Derbarê vê pêvajoyê de helwesta cîhana bi navê azad û hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ye, ku ne tenê piştgirî nekirin, lê belê nerazî bûn û bi eşkere gef li wan xwarin.
Referandûm biryareke navxweyî ya netewe û tevgera siyasî ya wî welatî ye, ku ji aliyê Serok Barzanî ve hatiye destpêkirin û bi serkeftineke mezin hatiye cîbicîkirin.
Referandûma niştimanî bûye erkê tevgera siyasî ya Kurdistanê ku ji bo pêkanîna wê kar bike û civaka navdewletî jî rêz li îradeya netewî bigire.
Roja 25ê Îlonê rojeke niştimanî ye, cejneke niştimanî ye, ew roj e ku gelê Herêma Kurdistanê bi azadî bîr û baweriyên xwe anîne ziman û wan bi navê dost û dijmin bi nav dikin.