CivakRojev

Xelîl: Me pêşniyar kiriye ku Şengal bibe parêzgeh

Bi hewl û xebata parlameterên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) çend projeyê xizmetkirinê ji bo devera Şingalê bidest hatine û Parlamenterê PDKê Mehma Xelîl jî dibêje, me pêşniyar kiriye ku Şingal bibe parêzgeh û were girêdan bi Herêma Kurdistanê ve.

Endamê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mahma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Me wek permlematerên PDKê û wek nûnerên navçeyê li Parlamentoya Iraqê kariye razîbûnê bidest bînin ji bo cîbicîkirina çend projeyê xizmetkirinê û beşek ji wan projeyan destpê bûne û yên din jî amadekarî ji wan re tê kirin. Ew proje wek av, elektrîk, tendirûstî û rê ne.”

Mahma Xelîl eşkere kir: “Biryar e zanîngeha Şingalê jî were vekirin, me pêşniyar kiriye ku navçeya Şingalê bibe parêzgeh û bikeve ser Herêma Kurdistanê û mijara qerebûkirina qurbaniyan û vegera koçberan bo cih û warên xwe yek ji karê me ye. Em berdewam bin li ser başkirina rewşa Şingalê.”

Back to top button