Cîhan

Li Rojhilata Navîn rewş aloz dibe, Amerika bala aliyan dikişîne

Rojnameya Wall Street Journal, li ser devê hinek berpirsên Amerîkî daxûyakirin ku; “Desthilata Biden Tehran haydar kiriye ku haydariyê bide komên xwe yên çekdar û xwe ji zêdebûna aloziyên deverê dûr bike.”

Piştî êrîşên li ser bingeha Eyn Esed û Mecdel Şemsê, Amerîka hişyariyê dide hinek aliyan û daxwaza asayîkirina rewşê dike.

Herweha berpirsên Amerîkî piştî êrîşa li ser Mecdel Şemsê dibêje ku, eger îsrail êrîşek berfireh bike rewşa heyî dikare ji kontrolê derkeve.

Piştî zêdetirî çar mehên bêdengiyê, êrîşên komên çekdar yên li ser bingeh û hêzên Amerîkayê li Îraqê careke din hatine destpêkirin. Tenê di her du heftiyên borî de, du caran bi moşek û dronan êrîşî ser bingeha Eyn Esedê li rojavayê Îraqê hat kirin.

Amerîkayê jî, di çarçoveya erkê Hêzên Fermandeya Navendî ya Amerîkayê de û ji bo parastina bingeh û hêzên xwe li Rojhilata Navîn, li heftiya borî du balafirên şerî yên B-52 şandin deverê, ku 32 demjimêranli hewa man rewşa heyî kontrol kir.

10

Back to top button