Cîhan

Netanyahu serdana gundê Durzîya kir

Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu, serdana gundê Durzî yê Mejdal Şems li bilindahiyên Golanê ku roja Şemiyê bibû armanca êrîşa Hizbullaha Libnanî kir.Di vê êrîşê de qada fotbolê de 12 zarok hatibûn kuştin.

Netanyahu daxûyaniya dayî de got: “Dewleta Îsraîl nikare vê yekê asayî bike û nake.”

Derengiya Yekşemê, kabîneya ewlehiyê zêdetirî sê demjimêran li ser bersivdana êrîşa Hizbullahê nîqaş kir, û destûr da Netanyahu û Wezîrê Parastinê Yoav Gallant ku di vê mijarê de tevbigerin.

Netanyahu bi serokê civaka Durzî Şêx Muafak Tarîf û serokê Şîn Bet Ronen Bar re çû gundê Durzîyan. Serokê meclisa xwecihî ya Mecdel Şems Dolan Ebû Sales û serokê meclisa herêma Eyn Qiniyê Waîl Mugrabî re hevdîtin kir û got, “Em îro hatin Mecdel Şems, tevî Şêx Muafek Tarîf û serokên Mecdel Şems û Eyn Qiniyê. Hevxemiya xwe ya kûr e ev hovitî ji me bû şokek mezin. Weke hemû hemwelatiyên Îsraîlê, divê ez ji we re jî bibêjim, wek gelekên li seranserê cîhanê, em jî heta binî ji vê qetlîama hovane şok bûn.”


Netanyahu Îran bi êrîşê tometbar kir, û diyar kir ku Hizbullah bi “piştgiriya Îranê” tevgeriya û mûşekek Îranî avêtibû û li zarokên dema ku wan fûtbolê dilîstin xist.

Back to top button