Dadgeha Desturî: Li xwekirina t-shirtê ku Kurdistan û Ala Kurdistanê li ser ne tawane..
Amdurrahman Kiliç ji navçeya Mêrdînê ji Kerburan e. Ji ber çend salan Tîşortek li xwe kirîbê û li ser singa wî Ala Kurdistanê hebû û KURDISTAN nivîsîbû. Ji bo vê yekê di derbarê Kiliç de dozek het vekirin û dadgeha Midyadê Kiliç bi pera cezakir. Kiliç îtîrazê biryara dadgehê kir, lê biryar ji aliyê Dadgeha bilind li Enqere jî hate erê kirin. Bi tohmeta propagandeya ” rêxistina terorîst” biryar sala 2021ê de hatibû erêkirin.
Kiliç ji dev doza xwe berneda û serî li Dadgeha Desturî da.Dadgeha Desturî ji berî mehekî li ser doza Kiliç sekinî û biryar da ku, mafê Kiliç yên kesayetî hatiye ihlalkirin û gerek 10 hezar tazmînat ji bo Kiliç bête terxankirin.
Di biryarê de nehat ravekirin ku; amblem û sembolên navborî tê çi wateyê, gelo ew bi rêxistineke terorîst ve girêdayî ne? yan jî ev yek dikare bibe sedemê tundî û tûjiyê. Wekî din, bi ti awayî nehatiye lêkolîn kirin ka çawa lixwekirina t-shirtê navborî şîdetê teşwîq dike, rêbazên şîdetê û gefxwarinê meşrû dike an pesnê dide, ne jî nirxandinek ku ew dibe sedema xeterek diyarkirî an rasterast an neyekser teşwîqkirina karanîna wê dike. tundûtûjî, berxwedana çekdarî an jî îsyana ku şert û mercên konkret li ber çavan bigire nehatiye kirin.