Li Mûşê di gola bendavê de 4 kes xeniqîn
Termê 4 kesên ku ketin Gola Bendava Mûşê hatin dîtin û ji bo kesê windabûyî bê dîtin xebat dewam dikin.
Waliyê Mûşê Avnî Çakir di daxuyaniya xwe ya têkildarî bûyerê de got ku 5 ciwan ji bo hênik bibin ketin gola bendavê.
Çakir, diyar kir ku termê 3 kesên ku ketin golê ji aliyê ekîbên AFAD’ê ve ji avê hatin derxistin û wiha got: “Ji van ciwanan 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo dîtina herdu kesan xebat berdewam dikin. Tîmên binê avê yên Amed û Wanê diçin cihê bûyerê.”
Piştî îdaxûyaniya Walî Çakir, di xebatên lêgerînê yên ku ji aliyê AFAD’ê ve ji aliyê Lêgerîn û Rizgarkirina Binê Avê, Tîmên Rizgarkirina Bijîşkên Neteweyî (UMKE), cendirme, polîs û îtfaiyeyê ve hatin kirin de cenazeyê kesekî din hat dîtin.
Cenazeyên Yasîn (18), Edanur (20), Rabîa Karakay (13) û Eylûl Tekîn (15) ku ji aliyê timan hate derxistin û ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Xebatên lêgerînê yên ji bo termê Fatma Karakay (22) dewam dikin.