Civak

Ji Enqere diçûya Agirî yê: 9 mirî, 26 birîndar

Di qezaya trafîkê ya ku otobusa rêwiyan a ji Enqereyê diçû Agiriyê di quntara pirê de asê ma, 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Qeza derdora demjimêr 05.00an de dema ku otobusa bi reqama 04 AAV 951 a ku ber bi Polatliya Enqereyê diçû, li nêzî gundê Olukpinarê di binê pirê de asê ma.

Gelek ekîbên agirkuj, lêgerîn û xilaskirin û tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin.

Waliyê Enqereyê Vasip Şahin ragihand ku di qezayê de 9 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn.

Back to top button