Şaredarê Qoserê ji Partiya DEM’ê îstifa kir
Şeredarê Qoserê Zeynî Îpek ragihand ku wî ji Partiya DEM’ê îstifa kiriye û dê bi awayekî serbixwe wezîfeya xwe ya şaredariyê bidomîne.
Şeredarê navçeya Qoserê ya Mêrdînê Zeynî Îpek ku beriya niha ji aliyê DEM’ê ve lêpirsîn hatibû vekirin, îdia kir ku ew hatiye binçavkirin.
Der barê îdiayên Zeynî Îpek û îstifakirina wî de daxuyaniyeke çapemeniyê da. Îpek di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got:
“Gelê hêja yê Qoserê; Weke ku hûn jî dizanin, rewşeke xirab a ku bi komployeke qirêj di rêya min de hatiye çêkirin. Ez radigihînim ku min dev ji Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê îstifa dikim, da ku ev komploya ku ez kirime armanc zererê nedê partiya min. Di pêvajoya hilbijartina şaredariyê de ez weke Zeynî Îpek radigihînim ku ez ê weke şaredariyeke serbixwe xebatên xwe bidomînim, ji ber ku ji bo bajarekî baş û jiyaneke civakî ya baş min soz dabû gelê Qoserê. Divê berpirsiyariya bi cih bînim.
Çi qewimî?
Partiya DEM’ê ragihand ku di 1’ê Tebaxa 2024’an de der barê Zeynî Îpek de lêpirsîna dîsîplînê daye destpêkirin. Di daxuyaniya Partiya DEM’ê de wiha hat gotin: “Ji gilî û belgeyên ku di derbarê Hevşaredara me ya Qoserê Zeynî Îpek de gihîştine Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk, hatiye diyarkirin ku li dijî bername, prensîb û nirxên exlaqî yê partiya me tevdigere. Ji ber vê sedemê der barê wî de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin. “