Ji bona HAK-PARê û PWKê!!!
Hûnê bibînin piştî perçekirina Kurdistanê (1639) heta roja îro ji bona yekitiyeke neteweyî, xurt û bi hêz, her çiqas xebat hatibin kirin jî bi serneketiye. Gelo çima?
Bûbê Eser
Rêvebirên herdu partiyên hêja û welatparêz. Her ku dihare rewşa bakurê Kurdistanê di warê civakî, siyasî û ehlaqî de xerab dibe. Pîvan, hurmet û hezkirin nehiştine. Niha çerxa mirovahiyê li gor berjewendiyên sexsî û hizbî dizîvire.
Ji bona ku em nebûna dewlet, em weke kurdên bakurê kurdistanê qîmet û rûmeta dewletbûnê nizanin. Lewra niha rewş berbi zelzeleyeke mezin de dihare. Dinya berbi guherandineke baş ve dimeşe. Di vê guherandinê de heger em weke kurd cihê xwe negirin êdî em ê weke kurdên bakur nemînin.
Li rojhilata navîn û li seranserê cîhanê dê guherandinên mezin pêk bên ku hin pêk jî hatine. Me weke kurdan heta niha ji tu guherandinên ku li cîhanê pêk hatine, ji bona berjewendiya gelê xwe bi kar neanîne. Her em bûne goştê ser birinca dagirkeran.
Loma jî me her weke kurd û hemî partiyên kurdistanî bi hevre wenda kirine. Destên tarî bi rêya dewleta dagirker roj bi roj di nava me û partiyên me de zêde dibin. Loma jî heta ji wan lepên tarî tê û bê dê nehêlin kurd bibin yek.
Dagirkerên me jî baş dizanin ku bi destxistina mafan bi saya hêz û qaweta ku ew jî ji yekitiya partî rêxistinên gelê bindest pêk tê. Dema ew milet jî ne li hev bin û her ji seriyekî dengek derkeve ji wendakirin pêve tu tiştek para me nakeve. Eva sed salên ku ev weha meşiya ye.
Divê em carekê lî dîroka xwe binêrin ku ser sedema wenda kirina me kurdan ji ber bê tifaqiya nava me pêk hatiye. Nelihevkirina me bûye weke çandekê û di civata kurd de cihê xwe girtiye.
Her ku nifşekî nû tê bi wê çandê mezin dibe û nikare xwe bi gelemperî bi rêxistinê bike. Ji ber ku di wê çandê de nelihevkirina partî û gelê Kurd heye. Ji ber ku ew çand bi aqilê dagirkeran û li ser destê kurdên di nava me de misoger bûye.
Em xwe zana û bîrewir dihesibînin, lê em dîroka xwe naxwînin. Loma em nikarin dersan jê bigirin. Hema carekê jî be li dîroka xwe binerin kurdno. Hûnê bibînin piştî perçekirina Kurdistanê (1639) heta roja îro ji bona yekitiyeke neteweyî, xurt û bi hêz, her çiqas xebat hatibin kirin jî bi serneketiye. Gelo çima? Divê em li ser vê bifikirin.
Heta ku ev rewş weha bidome, em ê jî weke Kurdên bakurê Kurdistanê di tu waran de bi sernekevin. Nebiserketin tê wateya ku em ê êdî weke netew nemînin.
Ez di wê baweriyê de me ku tu tiştekî em nikaribin bi hevre kar bikin an li hev nekin tune ne. Astengiya herî mezin ez û ez im. Ya din jî di serpereştiya partiyan de kesên nezan, nexweda û helwestgirtinên ne netewî hene.
Yekitiyeke xurt li ser xeta neteweyî ne ligor berjewndiya kesên weha ne. Loma heta ji wan tê û bê dê nehêlin kurd bibin yek. Di seransera dîroka bakurê Kurdistanê de ev yeka pir zelal û eşkere ye.
Li gor baweriya min niha du paratiyên kurdistanî ku ji berjewendiyê sexsî û rêxistinî dûr. Armanc û hedefa wan, kar û xebatên wan ji bona azadiya Kurdistanê ne, hene. Divê hêzên xwe bikin yeke. Tu sedemên ku em nikaribin bibin yek û li hev nekin tune ne. Ew jî HAK-PAR û PWK ne.
Tiştên lazim gavavêtin e. Hevdu hembêzkirin û xweşbiniya li hember hev e. Li gor min û bi qasî ez dizanim van herdu partiyên me hêzên xwe di bin eniyeke neteweyî de bikin yek. Wê baweriyeke baş bidin gel ku kes û kesayetiyên kurd dê roj bi roj beşdarî nava wan bibin. Ji ber ku ev daxwazeke gel û neteweyî ye.
Ev ê jî bibe sedem ku êdî wê kurd ne bê altarnatîf be. Ev ê bibe sedem ku kesên weke nanê li ser silê ne hadê xwe bizanibin û li cihê xwe rûnê. Ev bibe sedem ku bi vê xebat û hêzê dê pêşiya tevgera kurd li bakurê kurdistanê ji nû de bê vekirin.
Bi yekîtî û hevkariyeke weha wê pêşî li Kemalîstên kurd bê girtin. Ev ê bibe sedem ku kurd li xwe, li zimanê xwe, li adet û toreyên xwe vegere. Ji ber ku miletek bi vana heye. Bê vana milet diqede.
Madem azadî û xelasiya me bi hêz û qaweteke neteweyî heye. Kerem bikin bila herdu partiyên me weke HAK-PAR û PWK vê berpirsiyariyê hilgirin ser milên xwe. Komîteyeke hevbeş damezrînin ku bila ev komîte bêtir ji kesên ne endamên wan herdu partiyan be û pisporê siyaseta gelê kurd bin, bêne hilbijartin.
Bila baweriya we hebe ku bi vî halî em roj bi roj wenda dikin û wenda dibin. Ev herdu partî jî du partiyên welatparêz û ne îdeolojîk in. Tu tiştekî ku mirov nikaribe li hev bike wê tune be. Dema berjewendiya gel bibe xala pêşîn, tu tiştekî ku em ê nikaribin bi hevre bikin dê nemîne.
Di karekî weha de weke rewşenbîrekî gelê xwe, çi bikeve ser milên min amade me bikim. Divê ev mijar di televizyonên herdu partiyan de bi firehê bêne munaqeşekirin. Heger daxwazeke weha hebe, ez ji bona çêkirina bernameke weha amade me ku bi berfirehî li gel herdu aliyan û li gel nivîskar û rewşenbîrên kurd û mirovên pisporên siyaseta gelê kurd in, bidin munaqeşekirinê.
Her weha em dikarin ji dîrok û tekoşîna başûrê kurdistanê jî bi hevre binirxînin û bibînin ku bê ew çawa bi serketin.
De kerem bikin herdu partiyên hêja û dilsozên gelê xwe. Ez û gelekên weke min em amade ne ku alîkarî û piştgiriya karekî weha bikin. Hûn gav bavêjin û daxwaz bikin ku em jî destên xwe bixin bin kevir.