Li Merixê kevneşopîn jiyanê hate dîtin

Navenda NASAyê heftiya derbasbûyî li ser extera Merîxê agahdariyên wisa balkêş belav kir ku Medyaya Dinyayê pê ve lipikî û her li serê hate nivîsandin.

Curiosityaya ku lêkolîn li ser Merîxê dike, da xuyakirin ku li se Merîxê ew li kevneşopiya jiyana zindiyan rast hatiye. Pisporên NASAyê di civîna taybet de gotine: Curiosity ew nimûneyên ku di nava sîla Merîxê de bi dest xistine, keşfeke dîrokî ye. Curiositya di lêkolîna xwe ya  ji meha Tebaxê ve ku li ser Merîxê didomîne û nimûneyên ku bi dest xistine, piştî nirxandina heftiyekê ji bo Raya Giştî hatine eşkerekirin.

Zanayên Zanistiyê ku di revdeya Curiosityê de kar dikin, gotine ku wan di nêv axa Merîxê de hin madeyên kîmyewî yên têkel dîtine, herweha ev demeke dirêj e ku ew li organiktiyên hevgir geriyane û niha dîtine.

 

Ev cara ewil e ku li Merîxê dîtina kevneşopiya jiyana kevnare eşkere tê eşkerekirin. Ji bo misogerkirina vê meselê, ew nimûne dê bişînin dinyayê û di laboratuarên NASAyê de werbêj bikin.

Ev kevneşopî di nava xwelîpişolka ku li ser ruyê Merîxê civandine derketine holê, weke klor, sulfur û şopa avê. Ev elementên hanê kimyewiyên ku karbon tê de heye, molekulên organîk in û pareyên ku bingeha jiyanê diafirînin bi xwe ne.

Ew element û molekulên ku ji ser ruyê Merîxê hatine bidestxistin, ji aliyê saziya werbêjiya SAMê ve hatine peyitandin. Curiositya li ser Merîxê bi wan bêrikjê di serê milên xwe yên robotî de ax û sîla ku berhev dike, werbêj dike û perçeyên ku dimînin dixe enbarên xwe û hevgirtetiya wan dipeyitîne.

John Grotzinger di civîna ji bo çapoemeniyê de agahdariyên ku dane, lêkolîna ku Curiosity kiriye balê kişandiye serê û rastiya wan bilêv kiriye û gotiye ku ew ê hîn zêdetir werbêjan bikin.

 

Şûna devê bêrika Curiosityê li ser Merîxê

Nimûneyên kevneşopiya jiyanê li ser Merîzê ku ji aliyê Curiositye hatine bidestxistin.

Curiositya NASAyê niha li ser Merîxê li herêma Rocknestê  lêkolîna xwe didomîne û berepêş diçe.

Curiosity di demeke nêz de wê li ser Merîxê dest bi kolana bo vekirina bîran jî bike û li gor bernameya xwe dê heta du salên din jî li wirê lêkolîna xwe bidomîne.

 

Rojeva Kurd

Nerîna min :