Ava germ çermî mirov dirûxîne

 

Şûştina laşê mirov bi ava germ di mehên zivistanê de, çermê laş dirûxîne, xasma jî ruyê mirov.

 

Pispora delaliyê xanim Muzeyen Soyupak, daxuyaniyekê daye malpera netgazete.comê û weha gotiye:

”Di mehên zivitanê de guhertina herî zêde ku di çermê mirovî de tê dîtin, zuwabûn e. Pir zêde xwe di zivistanê de neşon. Eger ava germ zêde bi laşê we re têkeldar bibe, çerm hişk dibe. Ji ber hindê divê ku mirov ji ava germ dûr bimîne û ava şîrgermî bi kar bîne.”

Xanim Muzeyen Soyupak weha domandiye: ”Melhema çerm ne tenê ji bo havînê ye. Jineke ku jiyana wê bi sergêjî dibihure, ji bo lêmêzekirina laşê xwe zêde dem nabîne. Di nava demsalan de çerm tê guhertin. Ji bo ku hişbûna çerm bête astengkirin, pêşî divê lêmêzekirna bizişkekî divê. Di havînê de jî zêde tava rojê xisar dide çermê laş. Îcar divê ku hertim melhem li laş bête hesikandin…”

Pispora çermê laş xanim Muzeyen Soyupak bi giştî weha gotiye: ”Di zivistanê de zêde xwe neşon, gava hûn xwe pê dişon jî, ava zêde germ bernedin, bila şîrgermî be, zêde jî av bi kar neynîn, sabûna ku çerm hişk nake jî bi kar bînin û piştî xweşûştinê jî laşê xwe bahewayî bikin.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: