Li Mereşê 2 cara erd hejiya

Li Mereşê, li navçeya Pazarcikê 2 erdhej qewimîn. Li gorî ragihandina rasatxaneya Kandîlli, mezinahiya erdhejên ku qewimîne, 4.7 û 4.4 bûne. Li herêmê ji ber erdhejê, qasî demekê di nav gel de panîk hatiye jiyandin. 

Navenda erdhejê gundên Çoçelli û Hanobaya girêdayî navçeya Pazarcikê ye. 

Li gorî agahiyên ku ji Enstîtuya Lêkolînê a Erdhejê a Rasatxaneya Kandîlli a Zanîngeha Boxaziçiyê hatine girtin, piştî her du erdhejan, li heman herêmê bi sivik be jî 11 carên din erd hejiyaye.  

Heta niha di warê wendahiyên can û malê de tiştekî neyînî neketiye destan. 

Nerîna min :