Êdî bila grevên birçîbûnê bi dawî bibe
Hasan Cemal
Daxuyaniyên Barzanî Serokê Birêvebiriya Kurdistana Iraqê bo Milliyet ê
Barzanî Serokê Birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê, dibêje ‘Divê PKK dev ji çekan berde’, ji bo çareseriya kêşeyê rêyên aştiyane pêşniyar dike.
Li gor Barzanî ku dibêje ‘Di derbarê Herêmê de bi xwedê serê min jî têkilheve’ divê derbarê grevên birçîbûnê de êdî dewlet gaveke bavêje.
Mesûd Barzanî daxuyaniyên xwe yên ku demjimêrek û nîv domkir ji bo Milliyetê li Koşka Serokatiya Serê Reş da. Li tenişta wî, Fuad Husên Serokê Dîwanê ku bi salane nêzîkî wî kar dike jî hebû.
* Pêşî divê agirbestek hebe. Çek bêne bêdengkirin!
* Em wiha dibînin ku Ocalan dikare li pêvajoyeke aştiyê de cîh bigre.
* Ez bawerim hê jî PKK girêdayî Ocalan e.
* Perwerdehiya bi zimanê zikmakî êdî mafeke herî bingehîne… Divê Tirkiye xwe ji vê dûr negre.
* Êdî grevên birçîbûnê bila bi dawî bibin. Peyam hatine dayîn, û wergirtin. Li hemberî vê dewlet jî divê bersîveke erênî bide.
ERBİL
Kurd ji bo Erbil a paytexta Birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê dibêjin Hewlêr. Dema mirov digihe bajaroka Selaheddîn ku ji lutkeyê ve temaşa deşta dûr û dirêja bê dawî dike, bi seyareyê nîv demjimêr didome. Ji tixûbê Tirkiyê bi firîna balindeyan 180 km dûre. Lê ew jî bi zimanê gel ne Selaheddîn Mesîfe.
Li Mesîf ku destpêka serê lutkeyên çiyayên Kurdistanê ye li ser lutkeya girekî wekî hêlîna bazan Serê Reş heye, Tirkiya wê tê wateya Gira Reş. Kurdistana Iraqê ji vir tê birêvebirin.
Serok Mesûd Barzanî doh nîvro, ku li gel Namık Durukan em çûbûn Erbilê, daxuyaniyên xwe yên demjimêrek û nîv li Koşka Serokatiya Serê Reş da. Li tenişta wî, Fuad Husên Serokê Dîwanê ku bi salane nêzîkî wî kar dike jî hebû.
Min hevpeyvîna xwe ya yekem li gel Mesûd Barzanî li sala 1993 Dihokê sazkiribû. Li van bîst salên derbasbûyî de min çendîn car li gel wî hevdîtin pêkanî.
Eve çendîn sale tiştek heye ku neguheriye. Herêm bi tu awayekî ranaweste, herdem kele kela wê ye û dikele. Dema behsa vê dikim, helwesta Mesûd Barzanî wiha dibe:
“Herêm dişewite!”
Bi kenînê li ser zêde dike:
“Lê ji vê germ û guriyê, nizanim ka dê xwarinek çawa ji vê metbexê derkeve.”
‘Serê min jî têkilheve!’
Li Herêmê bi lezgînî denge diguherin, piştî balê dikşîne ku gelek tişt li ser pişta kêr û çaquye, didim zanîn ku gelek zehmete bizanîn li vê Herêmê çi diçe kuderê. Dema me Erbilê sohbet dikir min gotina yekî gihand wî:
“Gotinek wiha heye dibêjin, destê kî li berîka kî deye nediyare. Li ser gerduna vê Herêmê de, qet ne diyare piyê kî li berîka kî deye.”
Dest bi kenînê dike.
Dipirsim:
“Li vê Herêmê de, gelo hûn pêşiya xwe dibînin? Serê min gelek têkilheve.”
Bi awayeke giştî ku Barzanî xwedî kontrole, vê carê xwe nagre û bi dengeke bilind dikene:
“Bi xwedê serê min jî gelek têkilheve!”
Li navbera Tirkiye û Birêvebiriya Kurdistana Iraqê de dibêje pêwendî ‘Qonaxeke gelek baş’ de ye û gihîştina vê xalê de behsa rola erêniya Hikûmeta AK partî dike. Ji bo aştiyê û aramiya Herêmê ev pêwendî divê hem warên siyasî, hem jî aboriyê de zêdetir pêşbikeve.
Hebûna PKK xerabkere?
Dipirsim:
“Gelo li pêwendiyên di navbera her du aliyan de hebûna PKK xerabkere?”
Berî bersîvê bide demeke dirêj hizir kir û wiha axivî:
“PKK kêşe û pirsgirêka aliyeke… Li vir de îrade pêwîste, îradeyeke sîyasî… Îradeyek ku kêşeyê bê çek û sîlah bi rêya aştiyê çareser bike… Heta niha îradeyeke wiha ji bo çareserkirina pirsa Kurd derneketiye. Lê em bawer dikin ku bi rêyên aştiyane ev kêşe çareser dibin.”
Dema pirsiyar dikim peyamên we ji bo Kurd û Tirkan, PKK û ji Enqerê re çiye? bi kurtî van bersîvan dide:
“Enqere be, PKK be, her du alî jî be du xetên xwe yên cûda heye. Aliyek heta niha dibêje çek, şer dixwaze, aliyeke din jî ji bo aştiyê li berxwe dide.”
Dipirsim, li nav PKK jî kesên ji bo aştiyê li berxwe didin heye, “Belê” dibêje. Balê dikşîne li ser rola xwe:
“Em hem li Enqerê, hem li nav PKK de, li gel wan hêzanîn ku dixwazin ev kêşe bi rêya aştiyane bête çareserkirin.”
Berdewam dike:
“Li serdana min a Enqerê de, min dît ku niyeteke baş ya wekî pêvajoya verikirina 2009 heye. Her wiha ev pêvajo bi awayeke giştî ne rawestiyaye.”
‘Kêşe berev kûrahiyê ve diçe’
Pirs û bersîvên li navbera me û Serok Barzanî wiha berdewamkir:
“PKK bi çek dikare xwe bigihîne cîhekî?”
Barzanî:
“Bi çek kesek nagîhe cîhekî. Dema têkoşîna çekdarî nemaye. Divê PKK dev ji çek berde.”
“Nexşerêyek heye? Ji bo pêvajoyeke nû divê çi bêne kirin?”
“Kêşe kûre, berev kûrahiyê ve diçe. Axaftina Serok Wezîr Erdogan ya li 2005 ê Dîyarbekirê tê bîra min ku gotibû, ‘Kêşeya Kurd kêşeya me ye jî’ ew axaftin… Paşê axaftina wî ya ku hate Erbîlê… Tirkiye dewleteke. Li hember welatiyên xwe berpirsiyariya xwe heye.”
“Nexşerêyeke çawa dikare hebe?”
Mesûd Barzani:
“Pêşî agirbestek pêwîste ku divê hebe, divê çek bêne bêdengkirin, (Nabêje ku ji bînî ve divê dev ji çekan berdin û bin ax bikin; diyar dike ku eve li qonaxên pişt wî de divê bêne kirin, H.C.(Hasan Cemal)) Paşê gavên biçûk biçûk bêne avêtin, bila ji hêsanî destpêbikin…”
PERWERDEYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ…
Pirsiyar:
“Gelo li cîheke vê nexşerêyê de divê perwerdehiya zimanê zikmakî, perwerdehiya Kurdî jî cîh bigre?”
Mesûd Barzanî:
“Perwerdehiya zimanê zikmakî, perwerdehiya bi Kurdî, êdî yek ji wan mafên herî hêsaniye… Divê Tirkiye ji vê nereve û xwe nede aliyeke din.”
Û Barzanî berdewam dike:
“Li gel agirbestekî, ev pêvajo ji nexşerêyeke ji gavên biçûk û hêsanî destpêbike… Pêvajoyek ku ji hêsaniyê berev zehmetiyê ve li gor demê bidome….”
BANDOR Û KARÎGERIYA OCALAN…
Dipirsim:
“Li vê pêvajoyê de rola Ocalan dikare bibe çi? Ev mijar divê li Tirkiyê bê guftûgokirin. Hinek dibêjin êdî PKK guh nade Ocalan, hinek jî cûda hizir dikin. Hûn çi dibêjin?”
Mesûd Barzanî vê pirsiyara min gelek bi hişyarî, peyvan hildibjêre û bersîvê dide. Lê dide xûyakirin ku divê Ocalan neyê biçûkxistin.
Wiha dibêje:
“Bi taybetî dema temaşa tiştên li Tirkiyê tê nivîsandin, hewaya rayagiştî û Kurdan dikîn… Em dibînîn ku pêvajoyeke wiha ya aştiyê de Ocalan dikare rola xwe bilîze. Bi baweriya min hê jî PKK girêdayî Ocalan e… Rewş wiha ye, hê jî bandora Ocalan li ser rêxistinê heye… Lê dema digihe kiryar û pratikê, dikare çi rû bide û çi bibe, nizanim helbet…”
Namık Durukan dikeve navberê:
“Eger pêvajoyek wekî ya li Oslo yê destpêbike hûn dikarin navbijwanî bikin û wan bigihînin hev?”
Mesûd Barzanî:
“Ji bo kêşe û pirsgirêk bi awayeke aştiyane bête çareserkirin, ez ji bo her demekî amademe. Ji her du aliyan ji bo aştiyê gaveke herî biçûk bête avêtin, ez amademe rola xwe û tişta dikeve ser xwe bikim..”
“Gelo pêvajoyek wiha heye?”
Mesûd Barzanî:
“Niha tişteke wiha tûneye. Ez tişteke wiha bibînim, pêwîstî bi min bibînin, ez amademe.”
Gotina Mesûd Barzanî ya “Niha tişteke wiha tûneye!” rastiyê xûya dide.
Ji îniya derbasbûyî ve ez li Erbilê me. Hevdîtinên me herdem didomin. Mijarên ku herî zêde ez li ser radiwestim, kêşeya Kurd li Tirkiyê û PKK ye.
Dikarîn bibêjîn ku Enqere di serî de bi rêya MIT (Rêxistina Hewalgîriya Tirkiyê) û Wezareta Derve û gelek bi rêyên din pêwendiyê li gel Erbîlê daniye.
Lê Rêvebiriya Kurdistanê de, eger niha em bibêjin di derbarê Kêşeya Kurd li Tirkiyê û PKK de ‘Dosyeya Kurd’ vala û betale eve rastiyeke ku divê bipejirînîn.
Grevên Birçîbûnê…
Ez ji Mesûd Barzanî grevên birçîbûnê yên li Tirkiyê dipirsim.
Bersîva wî wiha dibe:
“Birastî ji bo greva birçîbûnê peyamên xwe dane. Ez wiha hizir dikim ku divê êdî dewlet jî gavek bavêje. Li gor min, bi kurtî peyam hatine dayîn û wergirtin… Bila greva birçîbûnê bi dawî bibe. Li hemberî wê bila dewlet jî bersîveke erênî bide.”
BEŞA SIBÊ
Beşa sibê ya hevpeyvîna me ya li Mesûd Barzanî Serokê Birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê, Suriye, PYD ya li Suriye û Dijberên PYD heye; Helwestên Rêvebiriya Kurdistan û Tirkiyê ya di derbarê Kurdistana Suriye çi ne, pêwendiyên Barzanî-Talabanî, Malîkî Bexda û Enqere û Erbil heye; Emerika, Îran heye; Her wiha cîh bimîne helbet petrol û hêlên uzeyê heye.
Dosyeya gelek tijeye.
Wergera ji Tirkî: Rojeva Kurd